AVA TVyê ya ku li Başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di bultenek xwe de rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansûr kir.
AVA TV a ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê weşanê dike, serî li rêbazek sosret da û di wêne de rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansur kir ango mozaîk kir. Di bultenek AVA TVyê de ku Sureyya Hesarî pêşkêşkariyê dike, pêşî qala peyama dawî ya Abdullah Ocalan dike. Piştre jî wêneyê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî tê ser ekranê lê AVA TV rûyê Abdullah Ocalan sansur kiriye.
Ev kirin û weşangeriya AVA TVyê li ser platformên medya dîjîtal rastî nerazîbûn û bertekan hat.
Hat zanîn ku AVA TVyê berê jî ser heman wêneyî rûyê Abdullah Ocalan sansur kiriye.













