Tora Ziman a Wanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî birîna cezayê ji ber hîndekariya Kurdî li Komeleya Arsîsayê hatiye birîn da. Rêveberê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat di daxuyaniyê de axivî û got: “Li ser navê ARSÎSAyê ceza li zimanê Kurdî hatiye birîn.”
Bi pêşengiya Tora Ziman a Wanê û saziyên demokratîk li dijî birîna cezayê pereya ya ji ber hîndekariya Kurdî li ARSÎSAyê hatibû birîn, li pêşiya avahiyê ARSÎSAyê ya navçeya Erdîşê ya Wanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman xeta me ya sor e” hat vekirin û dirûşmên ser mafê zimanê zikmakî hatin berzkirin. Endamên saziyên sivîl û gelek siyasetmedar jî tev li daxuyaniyê bûn.
Birîna ceza şermezariyek mezin e
Di daxuyaniyê de rêveberê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat axivî û diyar kir ku her netewe bi zimanê xwe heye. Lokman Babat destnîşan kir ku neteweya Kurd bi dîrok, çand û zimanê xwe neteweyekî qedîm e li vê erdnîgariyê û got: “Dîrok daye nîşan ku bi qedexekirin, bi zext û bi zordarîyê zimanê Kurdî nehatiye tunekirin. Îro pêvaşoyek tê meşandin. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk bingeha xwe ji statûya nasname û zimanê dayîkê digire. Îro em dibînin Gerînendeya Perwerdehiyê ya Wanê 4 sed hezar û 50 Lîre ceza li Komeleya ARSÎSAyê birîye. Ev ji bo rêveberên vî bajarî şermezariyek mezin e. Em wekî Tora Ziman a Wanê, sazîyên sîvîl û demokratîk bi teybetî cezayê ji bo xebatên Komeleya ARSÎSAyê û saziyên çand û zimanê Kurdî yên bajarê din hatî birîn şermezar dikin. Ev biryar ne tenê li dijî sazîyan e; ev biryar li dijî zimanekî ye. Em dizanên ev ceza li ser navên van sazîyan li zimanê Kurdî hatîye birîn.”
‘Zimanê Kurdî xeta sor a Kurdan e’
Lokman Babat diyar kir ku ARSÎSA, li Erdişê bi awayekî eşkere û rewa xebatên li ser zimanê Kurdî dimeşîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Armanca wê, têkiliyê zarok, ciwan û malbat bi zimanê xwe re xurt bike. Lêbelê, bi cezayek giran û neheq, ev xebat tê astengkirin. Li sernavê komele û weqfan bi sedan cemaet û terîqet kurs vedikin. Lê ceza tenê li sazîyên Kurdî re tê birîn. Ev jî di de nîşan ku cudahîyek mezin li hemberî zimanê Kurdî heye. Bêtehemulîya zimanê Kurdî, ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk astengiyek mezîn e. Zimanê Kurdî xeta sor a Kurdan e û ji vê xete paşve gav navêjin.”
‘Ev yek xizmeta aştiya civakî nake’
Bi domdarî Lokman Babat bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û wiha berdewam kir: “Em bi awayekî eşkere dibêjin ku zimanê Kurdî ne sûc e. Hînkirina zimanê dayikê ne sûc e. Sazîyên ku li ser ziman û çandê dixebitin ne sûcdar in. Bi van kirin û hewdanên we kêmasîya dewletê careke din tîne ber çavan. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî berpirsarîyeke dewletê ye ku ev sed salin vê berpirsarîya xwe bi cih nayne. Niha jî bi van hewdanên cezakirin û girtinên sazîyên zimanê Kurdî asîmîlasyona sedsalî kurtir dike. Ev yek xizmeta aştîya civakî nake. Heke hûn dixwazin qenciyekî li vê welatî, li vê civakî bikin rê û rêbazên vê dîyar in. Gele Kurd neteweyekî bi rûmet ê vê dewletê ye. Bila perwerdehî bi zimanê dayîkê be û bila li dibistanên dewletê bê dayîn.”
‘Statuya zimanê Kurdî qebûl bikin’
Lokman Babat axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em daxwaz dikin ku demek zûtir de, cezayê li ARSÎSA û li saziyên din ên zimanê Kurdî were rakirin. Em bang li hemûsazî û kesan dikin ku li dijî qedexekirin û kriminalîzekirina zimanê kurdî dengê xwe bilind bikin. Parastina ziman, parastina mafekî bingehîn ê mirovahiyê ye, parastina çand û parastina civakê ye. Em wekî Tora Ziman a Wanê û Sazîyên Sivîl û demokratîk bi vê minesebatê dixwazin li ser rewşa ziman û perwerdehiya zimanê dayîkê çend gotinên din jî bêjin. Bila statûya zimanê Kurdî were qebul kirin û bila ev statû di bin mîsogeriya makezagonê de be. Astengiyên li hemberî hînkirina zimanê Kurdî rakin. Astengî û zextên li ser saziyên zimanê Kurdî rakin û bila rayedarên dewletê piştgiriyê bidin van saziyan. Bila ji bo perwerdehî bi zimanê dayîkê dewlet li gor ruhê pêvajoyê gavan bavêje. Em dizanin ku aştî bi zimanî destpê dike. Bila perwerdehî ji pêşdibistanê heya zanîngehê bi zimanê dayîkê be. Ev daxwaz, daxwazên mafên bingehîn in. Dewlet berpirsyare kû van dawazên gelan bi cih bîne. Gelê Kurd jîyanekî bê ziman qebul nake.”
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.














