Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê belgeya sûcên xwe yên dijmirovahî û yasayên navneteweyî belav kir. Piştî duh raste rast welatiyên ku li Bendava Tişrînê li dijî êrişan di nobetê de bombebaran kir, dîmenê êrişê belav kir.
Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter zêdetirî 40 roj in êrişî Bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nerazîbûna li dijî êrişan li bendavê nobetê digirin. Komên paramîlîter duh jî carek din êrişî nobedarên berxwedana Bendava Tişrînê kir. Di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û rojnameger jî di nav de 20 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter bê navber yasayên navneteweyî û exlaqê mirovahiyê bi kiryarên xwe yên hovane binpê dikin, duh jî bi xwe belgeyên sûcên xwe yên dijmirovahiyê û dijî yasayên navnetweyî belav kir. Komên paramîlîter bi destê Tirkiyeyê dîmenê ku duh raste rast welatiyên ku li Bendava Tişrînê li dijî êrişan di nobetê de bombebaran kir, belav kir.
Êriş û bombebaranên ku dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter li gorî yasayên navneteweyî sûcên şer û sûcê li dijî exlaq û wijdanê mirovahiyê pêk tînin. Li gel vê jî belgeyên kiryarên xwe weke “serbilindî û rûmetek mezin” belav dike.