Riha – Welatiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn Xelfetiyê derbasî Parqa 4ê Nîsanê a kupîrozbahî lê tên lidarxistin bûn. Bi ketina qadê ya gel re pîrozbahiyên mîhrîcanê destpêkirin.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amarayê ji bo 77 saliya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parqa 4ê Nîsanê ya li Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê mîhrîcanê li dar dixe. Welatiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn Xelfetiyê derbasî qada Mîhrîcanê bûn. Bi ketina gel a parqê mîhrîcan destpêkir. Girseya li parqê kom bûye bi berzkirina dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Sila silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Jin jiyan azadî azad bike Rêbertî” bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dike.
Ji her temenî, bi cilên neteweyî
Ji 7 salî heta 70 salî welatî bi cil û bergên Kurdî û xemlên kesk, sor û zer tevlî mîhrîcanê bûn. Gelek dayik tevî temenê xwe yê mezin jî bi coşeke mezin li parqê govendê digerinin û berzkirina dirûşmeyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Li ser dika di parqê de hatiye amadekirin de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsa “Bi Rêbertiya Azad re ber bi Yekitiya Demokratîk” hatibû nivîsîn hat daliqandin.
Bernameya mîhrînca dê heta seatên şev bidome û dê bi hunermendên suprîz konsertek bê lidarxistin. Sibê jî girsê dê ji parqê ber bi gundê Amarayê ve bimeşe.













