Veysî Aktaş ku di festîvala rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî diyar kir ku êdî dem hatiye dewlet qanûnan çêbike û got: “Heke çareseriyeke dixwazin, biratiyê dixwazin divê qanûnan derbixînin. Ji bo vê jî mekazagoneke nû şert e.”
Festîvala Rojên Amarayê ya bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê tê lidarxistin, bi coşeke mezin didome. Veysî Aktaş ku demekê dirêj bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Girava Îmraliyê ma bû û piştî 30 salan di girtîgehê de hat berdan di festîvalê de axivî. Piştî Veysî Aktaş derket ser dikê girseyê demekê dirêj dirûşmeya ”Bijî Serok Apo” berz kir.

Veysî Aktaş rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û wiha got: “Şansekî min ê herî mezin ew bû ku 10 salan bi Serok Apo re di heman girtîgehê de mam. Ew xeyela hemû Kurdan e ku li cem Serok Apo bin. Îro roja hilweşîna trajediya gelê Kurd e. Serokatî cesereta çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo jinan jî roja azadiyê ye. Serok Apo ji bo ew pirsgirêk bi rêbazên demokratik bên çareserkirin gavên mezin avêtin. Ji niha şûn ve berpirsyariya dewletê ew e ku gav bavêje. Sozên dewletê dane hene. Serdema pêşiya me pêkanîna muzakereya wekhev e. Ew jî azadiya Serok Apo ye. Dem dema azadiya Serok Apo ye. Em pêvajoyeke ew qas dîrokî re derbas dibin. Bendewariya gel jî azadiya fizîkî ya Serok Apo ye. Di Newrozê de jî gel ew peyam da.”
‘Di serdemeke dîrokî re derbas dibin’
Veysî Aktaş destnîşan kir ku ew serdemeke dîrokî re derbas dibin û wiha axivî: “Her wiha gelê Kurd peyama yekitiya demokratîk jî da. Rêber Apo jî di manîfestoyê de şert û mercên yekitiya demokratik gotibûn. Em di serdemeke ku an bi serkevin an jî binkevin de ne de ne. Ji birêz Mesûd Barzanî re peyam jî şand. Got were me jî temsîl bike. Got bibe Serokê yekitiya neteweyî û me jî temsîl bike. Lê mixabin ew yek pêknehat. Di pêvajoyê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Divê em xwe bi rêxistin bikin. Divê bi awayekî demokratîk em xwe bi rêxistin bikin. Dema me wisa kir em ê bi ser bikevin. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Divê em hemû berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê em ji berpirsyariyê nerevin û berpirsyariyê bigirin ser xwe.”
‘Divê qanûn derbikevin’
Di dawiya axaftina xwe de Veysî Aktaş bi lêv kir ku divê demildest qanûn derbikevin û ev tişt gotin: “Divê êdî demildest qanûn derbikevin. Yên serê çiya, yên Ewropa û zindanan de tevlî siyaseta demokratîk bibin. Divê ev yek êdî pêk were. Bendewariya gel ew e. Heke çareseriyeke dixwazin, biratiyê dixwazin divê qanûnan derbixînin. Ji bo vê jî mekazagoneke nû şert e. Divê di wê mekazagonê de maf û hebûn bên naskirin.”
Piştî axaftina Veysî Aktaş hunermendê Navenda Çand û Huner a Mezopotamyayê (NÇM) Erhat derket ser dikê û bi stranan girse coşand. Festîval bi stranan didome.














