Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi balafirên bêmirov derdora girtîgeha sivîl a Siwêdayê bombebaran kir. Li eniya Til Hedîdê jî di navbera hêzên Hikûmeta Demkî û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de şerekî giran qewimî.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, derengiya şevê balafireke bêmirov a bi çek ku ji baregeha hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li gundê Mensûrayê rabûbû, êrişî derdora girtîgeha sivîl a li bakurê bajarê Siwêdayê kir.
Di navbera hêzên Şamê û Siweydayê de şer
Hate ragihandin ku piştî bombebaranê, li bajarokê Til Hedîdê ya li bakurê rojavayê Siwêdayê di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de şerekî giran qewimiye.
Bêdengiyeke bi fikar serwer e
Her çend şerekî dijwar li eniyan qewimî be jî, derbarê kuştî û birîndaran de hîn agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Piştî pevçûnên dijwar, ji saetên serê sibê ve li bajêr û derdora wê bêdengiyeke bi fikar serwer e.
Tê zanîn ku di demên dawî de li herêma Siwêdayê rageşiya di navbera hêzên hikumetê û hêzên herêmê de zêde bûye.













