Hezar kesê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Xelfetiyê bi rê ketibûn gihiştin Amarayê. Welatî hewşa malê tije kirin û dê pîrozbahiya ‘rojbûnê’ li dar bixin.
Bi hezaran kes bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk ve” ji bo pîrozbahiya Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Xelfetiyê ber bi gundê Amarayê bi rê ketin. Girsê bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” gihişt li Amarayê. Girsê dê li mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûyê pîrozbahiyê li darbixin.
Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wêneyan hat xemilandin. Girseya derbasî xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan li benda destpêkirina pîrozbahiyan e. Girsê li hewşa mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah kom dibe.












