Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî yê teşhîsa şîzofreniyê lê hatîye hatiye kirin û xwest Încî ê nexweşiya wî pêş dikeve were berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya ku du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di çalakiya de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê vî sûcî” hat vekirin. Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Gulay Bîlîcî bal kişand ser rewşa tenduristiya Ozgur Azad İnciyê yê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de tê ragirtin.
‘Giraniya rewşa nexweş nayê dîtin’
Gulay Bîlîcî destnîşan kir ku Ozgur Azad Încî di sala 1999an de hat girtin û di sala 2007an de teşhîsa psîkoz û şîzofreniyê lê hatiye kirin, ji wê demê ve dermanên psîkiyatriyê bi kar tîne û got: “Tecrîd û mercên ewlehiya bilind nexweşî girantir kirine. Ev bûye sedema qutbûna wî ya ji rastiyê, xirabûna di têkiliyên civakî de û windakirina fonksiyonan. Tê ragihandin ku dema Ozgur Azad Încî dermanê bi navê ‘Solian’ bi kar neyne, xeyalan dibîne û di pêvajoyên ramanê de xirabûnê dijî. Tevî vê yekê jî, di 30yê Tîrmeha 2025an de dema ew şandine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirşehîrê, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dane wî. Ev nîşan dide ku giraniya rewşa Ozgur Azad Încî nayê dîtin.”
di berdewama axaftina xwe de Gulay Bîlîcî diyar kir ku piştî şandina Încî ya ji bo Saziya Tibê ya Edlî (ATK) û serlêdana rapora astengdariyê jî, bêyî lêkolîneke zanistî û berfireh, bi nirxandinên serpêhatiyê, dîsa biryara “dikare di girtîgehê de bimîne” hatine dayîn.
Pêwîste înfaza Ozgur Azad încî bê bi taloqkirin
Gulay Bilici destnîşan kir ku mercên girtîgehê rewşa Ozgur Azad Încî xirabtir dikin û ev daxwaz rê kirin:
* Divê rewşa Ozgur Azad Încî li nexweşxaneyeke serbixwe û taybetî ji aliyê beşa psîkiyatriyê ve bi berfirehî bê nirxandin.
* Divê tecrîd bê rakirin; hewaya paqij, av û mercên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovahiyê bên dabînkirin.
* Di çarçoveya xala 16emîn a Zagona Hejmar 5275an de, divê taloqkirina înfazê û vebijêrkên berdanê bêyî derengî bên nirxandin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.













