Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûrnûvaya futbolê li dar xist.
Bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyan pîrozbahiyê tên lidarxistin. Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan de tûrnûvaya futbolê ya bi navê “Tûrnûvaya futbolê ya ber bi rojê ve” li dar xist. Tûrnûva li Tesîsa Karadolapê ya li navçeya Eyupê pêk hat.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar di tûrnûvayê de axivî û diyar kir ku îro rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got:” Rojbûna me û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz be.”
Piştî axaftina Arîfe Çinar tîmen zarokan maç lîstin.














