Şandeya Wezareta tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û UNICEFê serdana Rêveberiya Xweser a Kobanê kir.
Şandeya Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) serdana bajarê Kobanê kir.
Şandeya ku ji rêveberê qada tenduristiyê yê parêzgeha Helebê û Şamê û nûnerên UNCEFê pêk dihat, ji aliyê Meclisa Rêveber a bajarê Kobanê û nûnerên saziyên tenduristiyê yên bajar ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de rewşa tenduristî û mirovî ya Kobanê û mijara aşlekirina zarokan hatin nîqaşkirin.
Hate gotin, pêngaveke berfireh a aşlekirina zarokan dê di çend rojên pêş de dest pê bike û heya 22yê Nîsanê dewam bike. Di serdanê de girîngiya pêşxistina hemahengiyê di warê piştgiriya şêniyên di qada tenduristiyê de, başkirina rewşa tenduristiyê, çareserkirina pirsgirêkan û serxistina pêvajoya entegrasyonê di hemû qadan de hat vegotin.













