* Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye dê bi dirûşma “Em di aştiyê de israr dikin” li gelek navendan daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (11:30-12:30)
* Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen dê ji bo bangewaziya Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk li hotelekê li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê daxuyanî bide. (13:00)
* Şaredariya Rêya Armûşê, KURDÎWAR, KURDÎGEH, Weşanxaneya Sîtavê û Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê, dê ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê çalakiyekê li dar bixin. (17:00)
* Tevgera Çerkesên Şoreşger ên Welatparêz, têkildarî salvegera Komkujiya Çerkesan dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Alsancakê daxuyanî bide. (19:30)








