Wan – Ciwanên Wanê destnîşan kirin ku ew ji ber polîtîkayên aborî û bêkariyê berê xwe didin metropolan û di karên xeternak dixebitin.
Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) li bajarên weke Wanê, Mûş, Bitlîs û Colemêrgê rêjeya bêkariyê ji sedî 17,2 ye. Ev rêje nîşan dide ku herêma ku Wan jî tê de ye, di Tirkiyeyê de bêkarî di asta herî bilind de ye. Ev yek dibe sedem ku ciwan berê xwe bidin metropolan û di şert û mercên xeternak de bixebitin.
‘Bêkarî bandoreke mezin li ser jiyana rojane dike’
Li Wanê ciwanên ku ji mîkrofona ajansa me re axivîne, diyar kirin ku bêkarî her ku diçe zêdetir dibe û dan zanîn ku bêkarî şert û mercên jiyanê dijwartir dik. Ciwanan anî ziman ku tevî xwendin û hewildanên wan jî ew nikarin karekî domdar bibînin û bilêv kirin ku ji ber şertên aborî gelek kes neçar dibin ku ji welatê xwe biçin an jî di karûbarên giran û xeternak de bixebitin.
Tevî talûkeyan jî berê xwe didin metoropolan
Ciwanan diyar kirin ku ew naxwazin di 21-22 saliya xwe de jiyana xwe ji dest bidin û gotin: “Mûçeya înşaetan baş e, lê talûkeyên wê zêde ne. Em dixwazin jiyanek hêj baştir bijîn. Li metropolan gelek qezayên kar çêdibin û ji ber nebûna derfetan em neçar dimînin ku van karên bi talûke dikin.”
















