PAKê ragihand ku rejîma Îranê bi dronan mala Serokê PAKê Hisên Yezdan Pena ya li Koye bombebaran kir.
Rejîma Îranê bênavber kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dîmenek belav kir û diyar kir ku mala Serokê PAKê hatiye hedefkirin.
PAKê daxuyand ku bi 3 dronan êrişî baregeha Pakşar a PAKê ya li sînorê Dêgele yê Koye hatiye kirin.
Hate ragihandin ku di êrişan de mala Serokê PAKê Hisên Yezdan Pena û mala welatiyê sivîl hatiye hedefkirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye şevê din jî 10 caran bi dronan êrişî ser kamp û baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koye û heman demê êrişî baregeha Komeleya Şoreşgeran ya Kurdistanê ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hatibû kirin.













