Encamnameya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” ya ku bi pêşengiya YJK-S û TJAyê li Swîsreyê hatibû lidarxistin, hate aşkerakirin.
Bi pêşengiya YJK-S û TJAyê di 4ê Nîsanê de li Swîsreyê Konferansa “Aştî Bê Me Nabe, Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Jinê û Ezmûnên Cîhanê” hat lidarxistin. Encamnameya konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate aşkerakirin. Encamnameya konferansê wiha ye:
“Di 4’ê Nîsana 2026’an de li Swîsreyê konferansa bi sernavê ‘Aştî Bê Me Nabe! Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Jinê û Ezmûnên Cîhanê’ ya ku ji aliyê YJK-S û TJAyê ve hat organîzekirin, bi beşdariya 180 delegeyên ji 4 parçeyên Kurdistanê û ji welat û erdnîgariyên cuda, bi serkeftî hat lidarxistin.
Konferansê nîşan da ku pêvajoyên aştî û muzakereyê tenê bi bidawîkirina şer nayên sînordarkirin; hat destnîşankirin ku ev pêvajo, pêvajoyên piralî ne ku sazkirina dadmendiyê, dabînkirina veguherîna civakî û avakirina jiyana hevpar dihewînin. Hat teyîdkirin ku jinên ku di nav pêvajoyên têkoşînê de ne û pir caran pêşengiyê dikin, ger bibin beşek ji muzakereyên aştiyê, ev yek ne tenê ji bo daxwazên azadiya jinê, di heman demê de ji bo azadî û hewcedariyên civakî jî dibe alîkar. Ji ber vê yekê hat diyarkirin ku têkoşîna azadiya jinê, li şûna ku ji bo ‘piştî şoreşê were paşxistin, divê bi têkoşîna neteweyî re bi rengekî navhev û bi biryardarî were meşandin. Di vê çarçoveyê de hebûna jinê di pêvajoyên aştiyê de ne tenê daxwazeke siyasî, di heman demê de şertekî bingehîn ê civaka demokratîk û aştiyeke mayinde ye.
Di konferansê de jinên ji Kolombiya, Welatê Bask, Bakur (Bakurê Kurdistanê), Rojava û El Salvadorê tecrubeyên xwe parve kirin. Van tecrubeyan bi aşkerayî nîşan da ku beşdariya çalak, birêxistinkirî û bi vîn a jinê ya di pêvajoyên aştiyê de, muzakereyan hîn berfirehtir, rasttir û civakî dike.
Di nirxandinan de ev tespîtên bingehîn derketin pêş:
*Wekî ku di ezmûnên dîrokî de tê dîtin, yên ku herî zêde ji şer bandor dibin jin in.
*Jin di sererastkirina wêranahiya şer de roleke diyarker dilîzin, lê tevî hewildanên mezin, ev yek di zagonên ku di pêvajoyên aştî-muzakereyê de têne qebûlkirin de bi têra xwe nayê xuyakirin.
*Beşdariya jinê ya di pêvajoyên aştiyê de pir caran sembolîk dimîne û pêvajoyên muzakereyê di çarçoveyên siyasî yên bavik-salar de têne meşandin. Tevî vê yekê, jin bi rêya rêxistinên herêmî û torên piştevaniyê rêyên mudaxelekirina pêvajoyê pêş dixin.
*Girînge ku têkoşîna azadiya jinê di nav pêvajoyên muzakereyê de bi têkoşîna neteweyî re bi rengekî navhev û bi israr were pêşxistin, da ku destkeftiyên jinan werin parastin û yên nû werin bidestxistin.
*Ji bo ku pêvajoyên aştiyê bibe sedema baweriyê û mayinde bibe, divê aliyên muzakereyê di şert û mercên wekhev de cih bigirin.
Di konferansa me de tecrubeya Kurdistanê bi rengekî resen hat nirxandin. Li gorî vê; di bin perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hat destnîşankirin ku jin di pêvajoyên aştiyê de kirdareke avakere; hat diyarkirin ku xeta siyasî û îdeolojîk a pêvajoyê li ser bingeha bîra dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê hatî avakirin û ev yek ferqeke bingehîn e. Israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo beşdarbûna jinan û tevgera jinê di pêvajoyên muzakereyê de wekî şansekî mezin hat nirxandin û banga xurtkirina nûnertiya jinan hat kirin.
Her wiha di konferansê de, ji bo meşandina pêvajoyên aştî û muzakereyê di şert û mercên tendurist û wekhev de, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bi dengekî bilind hat bilêvkirin.
Nûnera ku li ser tecrubeya Rojava pêşkêşî kir, anî ziman ku jin ne tenê beşdarî pêvajoyên aştiyê bûne, di heman demê de bûne kirdarên ku modeleke civakî û siyasî ya alternatîf ava kirine. Pergala Hevserokatiyê, Meclîsên Jinan û mekanîzmayên Parastina Cewherî nîşan dan ku aştî ne tenê bi muzakereyê, bi avahiyên demokratîk ên di pratîkê de tê avakirin; hat destnîşankirin ku îro ev tecrubeya jinan di bin rîskeke mezin de ye. Di tecrubeya Rojava de nûnertiya wekhev, xwe-rêxistinkirin û mekanîzmayên rêveberiya demokratîk destkeftiyên hevpar ên jinan in û ji bo parastina van destkeftiyan mezinbûna têkoşînê girînge.
Di konferansê de hat gotin ku nûnertiya jinan a di pêvajoyên aştiyê de nabe ku tenê bi temsîliyeta kesî sînordar bimîne. Tevlîbûna jinan wekî vîneke kolektîf û birêxistinkirî, mercê sereke yê civakîbûna aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de, avakirina komîsyonên aştî û lihevkirinê yên di asta herêmî de girîng hate dîtin.
Pêşxistina torên piştevaniya navneteweyî ya di navbera jinan de, parvekirina ezmûnên welatên cuda û afirandina perspektîfên hevpar ên aştiyê di encamên konferansê de cih girtin. Ji bo mayindebûna aştiyê xebatên bîra civakî hatin pêşniyarkirin û hat gotin ku rûbirûbûna bi rabirdûyê re ji bo domdariya pêvajoyê jiyanî ye.
Di vê çarçoveyê de ev pêşniyarên bingehîn ji raya giştî re tên parvekirin:
*Beşdariya wekhev, çalak û birêxistinkirî ya jinan di pêvajoyên aştî û muzakereyê de divê bibe mîsogerî.
*Nûnertiya jinan di şandeyên muzakereyê de divê were xurtkirin.
*Di asta herêmî de komîsyonên aştî û lihevkirinê werin avakirin.
*Mafên jinan di bin mîsogeriya destûra bingehîn de werin girtin.
*Divê pêvajoyên aştiyê bi perspektîfeke ku demokratîkbûnê dihewîne were destgirtin.
*Xebatên bîra aştiyê werin saziyekirin.
*Torên piştevaniya femînîst ên navneteweyî werin xurtkirin.
Konferansê careke din nîşan da ku aştî ne tenê rawestandina şer e, lê avakirina jiyaneke azad, wekhev û dadmend e. Her wiha bi kampanyaya “Niha dema jinê ye” ya ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daye destpêkirin, ev perspektîf veguheriye xeteke siyasî ya şênber.”













