Rûsya û Çînê pêşnûmeya ji aliyê hin dewletên Kendavê, ku li Konseya Ewlehiyê bi armanca jinûve vekirina Tengava Hurmuzê hat pêşkêşkirin, veto kir.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di pejirandina pêşnûmeya ku dewletên Kendavê bi armanca jinûve vekirina Tengava Hurmuz de bi bin ket. Ji ber ku Çîn û Rûsyayê pêşnûme veto kir.
Dengdan çend saet berî dema dawî ya ku Donald Trump ji Îranê re danîbû ji bo vekirina tengavê hat kirin. Trump gef xwaribûn ku eger Îran pabend nebe ew ê êrişî binesaziya sivîl a Îranê bike.
Pêşnûmeya piştgiriya 11 welatan wergirt, lê Kolombiya û Pakistan ji dengdanê bêalî man.
Di naveroka pêşnûmeyê de bang li welatên endam hate kirin ku li gorî şert û mercan hewlên parastinê hevrêz bikin ku mafê dewletan e ku keştiyên xwe li dijî êriş û provokasyonan biparêzin.
Pêşnûme ji aliyê Behrêynê ve, ku di meha Nîsanê de serokatiya dewrê ya Konseya Ewlehiyê digire, bi hevahengiya Dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê û Urdinê ve hate amadekirin.
Piştî nerazîbûnên çend endamên Konseya Ewlehiyê, di nav wan de Fransa, Çîn û Rûsyayê, bi taybetî der barê çarçoveya wê de, pêşnûme ji bo nermkirina zimanê xwe gelek sererastkirin derbas kir.
Girêdayî mijarê, Konseya Ewlehiyê meha borî biryareke cuda, bi serokatiya Behreynê, pejirandibû, ku êrişên aşkera yên Îranê li ser dewletên Kendavê şermezar kir, Moskow û Pekîn wê demê ji dengdanê dûr man.













