• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHD û malbat aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHD û malbat aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHD û malbat aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHD û malbat aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

Naz Ozek / AW

8 NÎSAN 2026 - 10:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îzmîr – Rojnameger Îkram Balekanî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê nirxand û bal kişand ser gotinên Trump ku “Kurdan çek desteser kirine” û got: “Hevpeymaniya li Rojhilat got ne rast e me ti çek nedîtîne. Di vir de xuya dike ku Trump nekarî Kurdan bixapîne û bixe nava şer, niha dixwaze Îranê sor bike û berê wê bide ser Kurdan. Amerîka dixwaze bi awayekî Kurdan bixe nava şerekî nediyar. Êdî baweriya Kurdan bi wan nayê. Kurd nabin siwarê kesî.”

Êriş ango şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê berdewam dikin. Şer bi êriş û gefxwarinên li dijî hev bênavber didome û şer belavî hêrêmê bûye. Herî dawî duh Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa “Dibe ku îşev şaristaniyek bi temamî bimire û careke din venegere” li rejîma Îranê xwar.

Rojnameger û nivîskar Îkram Balekanî ku ji bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, derbarê şerê Amerîka û Israîlê yê li dijî Îranê de ji ajansa me re axivî.

Îkram Balakanî ku rewşa şer nirxand da zanîn ku ev şer ne şerê mehekê ye, ev şerê 47 salan e berdewam dike û got: “Roja ku ev rejîm li Îranê hatiye ser kar heta niha gefan li Îsraîlê dixwe. Yanî wan zemîna şer amade kir. Lê şerê ku Amerîka û Isaîlê jî da dest pê kirin ji kontrolê derket. Ev şer ne şerê Trump e. Ev projeyeke guhertina Rojhilata Navîn e ku bi mudaxileya li Iraqê dest pê kir û heta niha dewam dike.”

‘Niha di şerê Îranê de rewş aloz e’

Balakanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku cara pêşî Îsraîlê êrişî Îranê kir û 12 rojan lê da û wiha domand: “Wê çaxê nekarî bi serê xwe tenê dewam bike. Ji ber ku kêmasiyên parastina xwe ya hewayî dîtin. Xwestin wan kêmasiyan çareser bikin û bi alîkariya Amerîkayê xwestin dîsa êriş bikin. Her kesî dizanî wê dîsa şer çê be. Yanî dema Îsraîl û Amerîkayê xwe ji bo şer amade dikir Îranê jî xwe amade dikir. Xetaya Amerîkayê ev bû ku texmîn nedikir 8 meh ji bo amadekariya şer demeke dirêj e. Bi vî rengî Îranê xwe 8 mehan amade kiribû.”

‘Kuştina xelkê ne di xema Îranê de ye’

Îkram Balakanî her wiha li ser mesela ku dihat gotin Amerîka texmîn dikir 4 rojan meselê bi dawî bike jî rawestiya û wiha got: “Ez bawer nakim ev rast be, eger xeyala Trump ev be ku 4 rojan Îranê teslîm bigire, wê demê an saf e an jî xeyalperest e. Bêguman artêşa Amerîkayê ne ewqas sade ye ku bikeve vê xefikê û ji tiştek wisa bawer bike. Welhasil şer dest pê kir û ji mehekê derbas bû. Niha tirsa Îranê şikest. Gel fetisand. Serhildanê fetisandin. Êdî gel cesaret nake derkeve. Îran jî bi êrişên hewayî û kuştinan xilas nabe. Îran ji mirinê natirse. Rejîmeke ku bi xwe di nava çend rojan de bi deh hezaran kes kuştibin, ew jî tenê di serhildanê de, wê çawa ji mirinê bitirse. Ne xema Îranê ye ku xelk tê kuştin. Di şerê Îran û Iraqê de bi miliyonan mirov hatin kuştin. Belkî gelek kes bêjin lê vê carê rêveber têne kuştin. Rast e. Lê eger Mucteba Xamaneyî neyê kuştin, jixwe wan destê Îranê bi hêz kiriye. Kesekî kal kuştin yekî ciwantir û ji wî radîkaltir anîne ser kar. Jê re rê vekirin.”

Îkram Balakanî da zanîn ku hatiye astekê Trump dibêje ‘Tengava Hurmuzê veke em aştiyê bikin’ Îran jî vê yekê bi kar tîne û got: “Cara yekem e ku ew tengav ji xwe re kiriye deriyê bacê û rojê bi dehan miliyon dolar qezenc dike. Serê her bermîla netftê dolarekî distîne. Ev jî îştîhaya Îranê vedike.”

‘Bi kerê nikare, bez dide kurtan’

Balakanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên Trump ku ‘dibêje ew dê şaristaniyekê ji holê rake’ û ev yek anî ziman: “Ez bawer nakim tiştek wiha pêk bê. Hêvî dikim ne rast be. Gotinek heye dibêjin, ‘Bi kerê nikare, bez dide kurtan’. Ev gotinên Trump jî eynî tişt in. Ev gef eger tenê gef be jî hovîtî ye. Ji ber ku di dîrokê de tenê Moxolan ev kar kiriye. Çûne ku derê dîrok û şaristanî talan kirine û ji holê rakirine. Vê dawiyê jî DAIŞê wisa kir. Yanî ev zîhniyeta barbar a Moxol û ya DAIŞê ye. Li cîhanê gelek caran şer çêbûne lê exlaqê şer heye. Cihên jiyanê, binesazî, enerjî û nexweşxane divê nebin hedef. Ev wehşet e. Bêguman Îran ji wan ne kêmtir e. Îran jî gefan dixwe ku wê hemû herêmê bike hedef û di tarîtiyê de bihêle. Jixwe 47 sal in Îran heman gefê li Îsraîlê dixwe. Lê dewleteke wekî Amerîkayê ku îdiaya mezinahiyê dike û dibêje ez demokrasiyê tînim herêmê, nikare gefên wisa bixwe. Ev lîstina bi agir e. Hemû herêm wê ber bi trajediyekê ve biçe.”

‘Trump bi xwe jî nizane çi dike’

Îkram Balakanî li ser gefên Trump ên li dijî Kurdan jî fikrên xwe wiha xwe tîne ziman: “Trump bi xwe jî nizane çi dike. Mirov dibêje qey xurifî ye. Tewşo mewşo diaxive. Her rojê tiştekî dibêje. Rojekê dibêje ‘Em naxwazin Kurd zerarê bibînin, em naxwazin Kurd tev li şer bibin’, roja din dibêje ‘Kurd wê şer bikin’, rojekê gefan dixwe. Niha jî gotiye ku ‘me çek dan Kurdan ku bidin çalakgerên Îranê’. Ev bi xwe nîşan dide ku bêpîlan, bêbername û bêproje ne. Gelo çalakger û mixalefeta Îranê li ku ye ku li benda çekan bû? Çek dane kîjan partiya Kurdan? Kengê dan wan? Tiştên ku Amerîka û Îsraîl nikarin bikin, cerasert nakin bikin, Kurd wê çima bikin û xwe bixin nava agir?”

‘Kurd êdî nabin siwarê tu kesî’

Îkram Balakanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser îdiayên Trump ku dibêje, “Me çek dane Kurdan” û wiha got: “Hevgirtina Rojhilat û partiyên Rojhilat gotin, ‘Ne rast e û me ti çek nedîtîne’. Di vir de xuya dike ku Trump nekarî Kurdan bixapîne û bixe nava şer, niha dixwaze Îranê sor bike û berê wê bide ser Kurdan. Amerîka dixwaze bi awayekî Kurdan bixe nava şerekî ne diyar. Baş e Kurd ji bo çi bibin pêşeng? Dema Amerîkayê di dema referanduma Başûr de xiyanet kir, Kerkûk neparast, Efrînê neparast, taxên Kurdan li Helebê neparast, divê hesabê îro bikirana. Êdî baweriya Kurdan bi wan nayê. Kurd nabin siwarê kesî. Eger Amerîka û Îsraîl samîmî ne û rast dibêjin, bila projeya xwe eşkere bikin, gelo ji bo Kurdan çi dixwazin? Wê Tehranê bidin Kurdan? Ma çiyê Kurdan ji Colanî kêmtir e? Gelo wê Rojhilat ji êrişên hewayî biparêzin? Em dibînin ku hê jî nikarin Silêmanî û Hewlêrê biparêzin. Kurd her roj dibin hedef. Baş eger projeyeke wan ji bo Kurdan tine ye, Kurd çima xwe ji bo wan bidin kuştin!

Ez vê jî bêjim, Trump eger tengav bibe dikare bêje ‘Me di dema şerê li dijî DAIŞê de çek dabûn Kurdan’, belkî behsa PDK û YNKê yanî behsa hêzên Başûr dike. Ji ber ku nav neda. Ev jî nîşan dide ku ne dirûst in.”

‘Kes bi qasî Ocalan nikare ewqas zû herêmê analîz bike’

Balakanî bal kişand ser analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser hemû herêmê jî û got ku li Kurdistanê bi qasî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti kes nikare ewqas zû herêmê analîz bike. Îkram Balekanî pêşbîniyê Abdullah Ocalan pir xurt û bi hêz pênase kir û wiha got: “Zû talûkeyan dibîne, analîz dike û hemleyan dike. Dema li Bakur pêvajo da destpêkirin, got ku rewş aloz dibe, em pêşiyê negirin li Kurdistanê wê deh Xeze çêbin. Loma xwest Kurdan ji agirê li herêmê biparêze. Herî dawiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PJAKê û hêzên Rojhilat hişyar kiribû û gotibû ‘Îranê biçûk nebînin, Îran ne Sûriye ye. Îran dewleteke xeter e. Heta hûn dikarin rêya diyalogê hilbijêrin. Nebin aliyekî şer. Ez destûrê nadim Kurd bibin siwarê xelkê’. Loma rêya sêyem pêşniyar kiribû. Bêguman eger birêz Ocalan nebûya niha Kurdan hem şerê hev û din dikir, hem di nava agirekî gur ê şerê herêmê de bûn. Bi nameyan hem hêzên Kurdan nêzî hev û din kir û hem jî ji şerê herêmê dûr xist. Di vî şerî de ku Îran li dewletê Erebî dide, heta niha li 12 dewletam daye, ti kes dengê xwe nake û nabe aliyekî şer, kes cesaret nake li ser erdê beşdarî şer bibe, baş e Kurd ji bo çi bibin hedef û xwe biavêjin nava agir.”

‘NATO beşdarî şer nebûye’

Balakanî destnîşan kir ku NATO beşdar şerê heyî nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ewropa piştgiriyê nade wan, Ûris û Çîn bi dizî pişta Îranê digirin, desteka gelê Amerîkayê ji bo şer kêm e. Trump dibêje gel dixwaze em vegerin malê. Balafirên Amerîkayê dikevin, Îran gefan dixwe ku bi temamî Hurmuzê bigire. Ev hemû nîşan didin ku Trump û Îsraîlê bêpîlan dest bi êrişê kirine û ev hemû hesab nekirine. Loma dibe ku şer aloztir bibe. Yan jî ji nişkave dikarin bêjin me li hev kir û agirbestê çêkin. Ev jî wê dem nîşan bide.”

Etîket: AmerîkaDonald TrumpHevpeymaniya Rojhilatê KurdistanêÎsraîlPartiyên Rojhilatê KurdistanêRejîma ÎranêRojnameger Îkram BalekanîŞerê DYA-Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

30 GULAN 2026
Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

Trump dê biryara dawî ya peymana bi Îranê re bide

29 GULAN 2026
Li Îranê jineke din jî bi hinceta ‘hîcabê’ hat qetilkirin

Li Îranê jineke din jî bi hinceta ‘hîcabê’ hat qetilkirin

29 GULAN 2026
NYyê hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist ‘lîsteya reş a destdirêjiyê’

NYyê hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist ‘lîsteya reş a destdirêjiyê’

29 GULAN 2026
Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

Li dijî qetilkirina du birayan daxuyaniya PJAKê: Dê bibin sembola têkoşîn û berxwedanê

29 GULAN 2026
Di êrîşên Îsraîlê yê li ser Lubanê de bi dehan kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yê li ser Lubanê de bi dehan kes hatin kuştin

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD û malbat aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Trump dê biryara dawî ya peymana bi Îranê re bide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (761)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne