Civaka Êzîdî amadekariya cejna xwe ya herî pîroz, Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) dike. Ev roj ji bo Êzîdiyan ne tenê serê sala nû ye, di heman demê de bîranîna afirandina gerdûnê û destpêkirina jiyanê ya li ser rûyê erdê ye. Vê rojê hêk tên boyaxkirin, gul tên komkirin, mirî tên bîranîn, kesên xeyidandî li hev tên û hurmet ji xwezayê re tê girtin.
Li Şengal û hemû deverên Êzidî lê dijîn Cejna Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin. Ev cejn di heman demê de wekî Cejna Çarşema Sor û Cejna Feqîran jî tê zanîn. Li gorî baweriya Êzîdiyan, gerdûn di destpêkê de wekî “Dura Spî” di nav tarîtiyê de bû.
Sira Afirandinê: Ji Dura Spî ber bi cîhanê ve
Li gorî kozmolojiya Êzidiyan bi fermana Xwedê, ew dur teqiya; erd û ezman ji hev veqetiyan. Lê belê erd hîn mîna avê dihejiya û ne di cihê xwe de bû. Di çarşema yekem a meha Nîsanê de, Xwedê serokê heft melekên pîroz Tawisî Melek di şiklê Tawis de şand ser rûyê erdê.
Tawis li Laleşê daket û qeşa heliya
Bi daxistina Tawisî Melek a li geliyê Laleşê, qeşaya li ser erdê heliya, jiyan “havên girt” û dinya bi her rengî şîn bû. Ji ber vê yekê, ev roj wekî roja “Binyada Gerdûnê” û serkeftina ronahiyê li ser tarîtiyê tê qebûlkirin.

Rîtûel û sembolên cur bi cur
Cejna Çarşema Sor ligel wateya xwe ya olî di heman demê de çîrokek gerdûnî jî vedibêje. Bi vê boneyê bi sembolên xwe yên felsefî balê dikişîne. Ji van sembolan ên herî zêde derdikevin pêş Hêkên Rengîn, Basimar û Gula Nîsanê ne.
Hêkên Rengîn: Hêk sembola ‘Dura Spî’ û gerdûnê ye. Kelandina hêkê hişkbûna erdê, boyaxkirina wê rengîniya biharê û şikandina wê jî teqîna mezin a afirandinê nîşan dide. Di çarçoveya pîrozbahiyê de ‘Sifreya Cejnê’ tê daîn û ‘Lîstika Hêkan’ tê lîstin. Li ser sifreyê xwarinên herî xweş, bi taybetî yên ji dexl û dan hatine çêkirin tên xwarin. Zarok û mezin hêkên xwe yên boyaxkirî hildidin û hêkan li hev dixin. Kî hêka yê din bişikîne, tê wateya ku şansê wî di wê salê de zêdetir e. Di aliyê olî de jî şikandina hêkan sembola ‘şikandina qeşayê’ û ‘derketina jiyanê’ ye.
Benê ji parastina nexweşiyan
Vê rojê benek bi navê Basimbar tê girêdan. Ben ji rengên kesk û sor û zer pêk tê. Ev benê ku di cejnê de li destan tê girêdan, sembola bereketê û parastina ji nexweşiyan e. Ev ben heta ku bi xwe bikeve an jî piştî çend rojan li herêmeke pîroz bê danîn, nayê jêkirin.
Gula Nîsanê: Gula sor a ku bi heriyê ve li ser derî û pencereyan tê zeliqandin, nîşana hatina biharê û parastina malê ye.
Roj bi paqijiyê dest pê dike
Pîrozbahî bi hilatina rojê re dest pê dikin. Êzîdî berê xwe didin Rojê û diayên xwe dikin. Li gorî baweriyê, xêr û bereketa salê bi tîrêjên yekem ên rojê re dabeş dibe. Piştre tişta tê kirin paşijiya serê sibê ye. Ev tê wateya paqijiya ji xirabiyan. Ji bo wê mirov bi ava kaniyan, bi taybetî li Lalişê bi ava Kaniya Spî rûyê xwe dişon ku ev nîşana paqijbûna ruhê mirovan e.

Bîranîneke qedim: Xêra Miriyan
Karê çûyîna ser goristanan û bîranîna koçkiriyan e. Ji vê merasîmê re jî ‘xêra miriyan’ tê gotin. Beriya nîvro, jin, mêr û zarok bi nanê taybet ku jê re Sêwek tê gotin, hêk û fêkiyan diçin ser goristanan. Êzîdî bawer dikin ku divê miriyên wan jî tev li şahiyê bibin. Ji ber vê li wir xwarin tên belavkirin û bi dengê Def û Şebabê kilamên olî tên gotin û mirî tên bîranîn.
Hişmendiyek ekolojîk: Xêra Xwezayê
Piştî Xira Miriyan malbat vê carê car bi komî û car jî yek bi yek, berê xwe didin xwezayê. Parçeyek ji nanê Sêwek û hêkan dibin nav zeviyan û li vir tê danîn. Ev xêra ji bo çivîk û mêş û moriyan e. Ev rîtuel hurmeta Êzîdiyan a ji bo xwezayê nîşan dide.
Bûka salê ya ducanî: Nîsan
Di felsefeya Êzîdatiyê de meha Nîsanê wekî ‘Bûka Salê’ tê pênasekirin. Her çiqas bi demê re guherîn çêbibin jî li gorî baweriyê ji ber hurmeta vê mehê, zewac nayên kirin. Her wiha di vê mehê de ax nayê kolandin. Ji ber ku tê bawerkirin ku ax vê demê ducanî ye û kolandina wê mîna birîndarkirina dayikê tê dîtin.

Komkirina kulîlkên sor
Berhevkirina Kulîlkan jî rîtûeleke cejnê ye. Ciwan û zarok diçin nav zeviyan û Gula Nîsanê ku bi gelemperî kulîlkek sor e, berhev dikin. Ev gul bi heriyê li ser derî û pencereyên malan têne zeliqandin. Wateya vê nîşandana hatina biharê û parastina malê ye.
Cejna aştiyê: Aşkirina xeyidandiyan
Çarşema Sor li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê bi coş tê pîrozkirin. Taybetiya herî mezin a dawiya rojê lihevanîna xeyidiyan e. Kesên ku ji hev aciz in, bêyî ku kesekî din bikeve navberê, diçin serdana hev û cejna hev pîroz dikin. Tê bawerkirin ku sala nû bi kîn û nefrete dest pê neke. Ev cejn tevî ku 73 fermanan heta îro hatiye parastin, nasnameya çandî û daxwaza jiyana azad a civaka Êzîdî nîşan dide.

Li Laleşê 365 çira pê dikevin
Her çiqas pîrozkirina Çarşema Sor li gorî herêman cudahiyan nîşan bide jî bi giştî heman wate û hestê tê pîrozkirin. Bêguman wekî navenda pîroz; cihê Laleşê hinek cuda ye. Li Laleşa Nûranî bi giştî êvara cejnê 365 çira tên pêxistin. Her çirayek rojek salê sembolîze dike û tê wateya ronîkirina jiyana mirovan. Li vir govenda weke semayê tê gerandin.














