Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Libnanê êrişa asmanî ya herî berfireh a ji destpêka şer û vir ve pêk aniye. Ev erîş wekî nêzîkatiya pratîk a Îsraîlê ya li hemberî agirbestê hate şîrovekirin.
Di roja 38êmîn a şerê Îsraîl-DYA û Îranê de agirbest hate îlan kirin û Îsraîlê jî daxuyand ku vê agirbestê qebûl dike. Ligel ku xalek ji daxwazên Îranê rawestandina şerê li dijî komên nêzîk wan bû jî Îsraîlê bi êrişa berfireh a îro daxuyakirin ku dê xala agirbestê li ber çavan negirin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Libnanê êrişa asmanî ya herî berfireh a ji destpêka şer û vir ve pêk aniye û wiha got: “Ev operasyon di nava 10 deqîqeyan de li dijî 100 noqteyan pêk hat.”
Yekîneyên bijarte hedef hatin girtin
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, balafirên şer bi awayekî hevdem Beyrût, Geliyê Beka û Başûrê Libnanê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku di nava 10 deqîqeyan de 100 noqteyên wekî navendên îstîxbaratê, binesaziya moşekan û kapasîteya deryayî ya Hizbullahê hedef hatin girtin. Her wiha hat îdîakirin ku yekîneyên bijare yên Hizbullahê ku wekî Hêza Ridwan û Yekîneya Asmanî ya 127an tên zanîn jî di nav hedefan de bûne.
‘Êriş bi hefteyan hate plankirin’
Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku ev operasyon bi hefteyan hatiye plankirin. Tevî ku Îsraîl îdîa dike ku hedefên wan leşkerî ne jî artêşê bi xwe li ser hesabê xwe yê fermî li xwe mikur hat ku piraniya van noqteyan di nava niştecihên sivîl de bûne. Vê nêzîkatiyê careke din metirsiya li ser jiyana sivîlan ku ji 2yê Adarê û vir ve zêdetirî hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dane, derxist asteke bilind.
Salvoye li dijî agirbestê
Ev êrişa ku bi berfirehiya xwe balê dikişîne, di heman demê de wekî salvoyek li dijî nîqaşên agirbestê yên li herêmê tê şîrovekirin. Pisporên herêmê destnîşan dikin ku Îsraîl bi van êrişan dixwaze şertên agirbestê li gorî berjewendiyên xwe yên leşkerî biguhere û derfetê nede tu çareseriyeke dîplomatîk ku bandora wê ya li ser Libnanê kêm bike.













