Wezîrê Karên Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Îsraîl li dijî Libnanê êrişên esmanî pêk tîne û got Tel Avîv peymanên navneteweyî binpê dike.
Jose Manuel Albares diyar kir ku Îsraîlê di 8ê Nîsanê de bi êrîşên li ser axa Libnanê, agirbesta du hefteyan ya ku nû li herêmê hatibû destpêkirin, binpê kiriye. Albares destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê agirbestê, lê di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî binpê dike.
Banga ji bo rawestandina şer
Wezîrê Îspanya bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku demildest operasyonên leşkerî rawestîne û rêzê li agirbesta ku di navbera welatên herêmî û navneteweyî hatiye çêkirin, bigire.
Hêjayî gotinê ye ku Îspanya li Ewropayê di nav welatên polîtîkayên Îsraîlê yê bi awayeke herî tund rexne dike ye.
Rageşiya li ser sînorê Libnanê
Tevî ku agirbesta di navbera DYA û Îranê de hat îmzekirin jî welatên Ewropayê bifikar in ku êrîşên li ser Libnanê, agirbesta giştî ya li herêmê têk bibe. Îsraîlê beriya niha jî ragihandibû ku ew ê şerê li dijî Hizbullahê yê li Libnanê berdewam bikin.













