Enqere – DEM Partiyê li navenda xwe ya giştî civînek li darxist. Di civînê de ji bo diyarkirina amîrê DEM Partiyê yê Meclisê jî hilbijartin hat kirin û û Parlmenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku bû amîrê nû yê Meclîsê yê DEM Partiyê.
Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê bi parlamenteran re civînek hat li darxistin. Di civînê de mijarên weke, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qanûnên ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclise bên li nîqaşkirin û geşedanên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin. Herwiha di civînê de qirîza aborî û xîzaniya li Tirkiyeyê û xebatên ji bo 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê jî hat nîqaşkirin.
Di civînê de ji bo diyarkirina amîrê nû yê Meclîse yê DEM Partiyê jî sindoq hat danîn û parlamenteran deng da. Parlamenterê Mêrdînê George Aslan, parlamentera Colemêrgê Oznur Bartin, parlamentera Wanê Gulderen Varli, parlamenterê Bîdlîse Huseyîn Olan û parlmaneterê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku bûn namzetên amirtiya Meclise. Di encama dengdayinê de parlenterê DEM Partî yê Çewligê Omer Faruk Hulaku bû amîrê nû yê Meclîse.














