Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, derbarê pirsgirêkên binesaziyê yên bajêr, zêdebûna avahiyên qaçax û dagirkirina qadên giştî de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin kêmasiya xizmetê ya ku bi serdema qeyûm re derketiye holê, divê bi xebatên hûrbîn û bibandor were girtin.
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê ya girêdayî TMMOBê derbarê pirsgirêkên binesaziyê yên bajar, zêdebûna avahiyên qaçax û dagirkirina qadên giştî de li avahiyê xwe ya li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin ve hate xwendin. Endamên Konseya Bajêr a Amedê, nûnerên saziyên sivîl jî tevlî civînê bûn.
Di civînê de hat diyarkirin ku Amed ne tenê qadeke jîngehê ye, di heman demê de bîra hevpar a civakê ye. ‘Jiyan û tendurustî nayên firotin’ Di civînê de bal hat kişandin ser karsaziyên bazirganî yên ku qadên giştî û mîrateyên çandî dagir dikin û hat dîtin ku gavên ji bo çareseriyê tên avêtin têr nakin.
Şerefxan Aydin diyar kir ku mesafeyên paşvekişandina avahiyan bi dayîna bedela xerca dagirkeriyê vediguherin qadên girtî û wiha axivî: “Ev qadên navborî, qadên rezervê ne ku ji bo rewşên awarte bi armancên cemaweriyê werin bikaranîn hatine veqetandin. Jiyan, tenduristî û estetîk; bi bedela xerca dagirkeriyê nayên firotin. Qadên kesk cihên bêhnvedanê yên gel in, nabe ku bi armancên taybet werin bikaranîn.”
‘Metirsiya erhejê zêde dibe’
Şerefxan Aydin karesata erdheja sala 2023yan bi bîr xist û got: “Tevî vê ezmûna nebaş jî li gelek deverên bajar qatên bazirganî yên qaçax û bêdestûr li avahiyên heyî tên zêdekirin. Ev avahiyên bêyî xizmeta endezyarî û mîmariyê, di erdhejeke gengaz de dê bibin sedema windahiyên can û malî. Pêkanînên derqanûnî pirsgirêka trafîkê mezin dikin û kalîteya jiyana bajarî dadixin.”
‘Divê hemû xeletî bi qeyûman ve neyên girêdan’
Şerefxan Aydin di civînê de qala serdema qeyûman jî kir. Şerefxan Aydin bibîrxis ku pratîka 8 salan a qeyûman kaviliyeke mezin li pey xwe hiştiye û ked û hewldana rêveberiyên nû yên ku piştî Adara 2024an dest bi kar kirine, tê dîtin. Şerefxan Aydin di dawiya axaftina xwe de hişyar kir û got: “Her çend dem di ser hilbijartinên herêmî re derbas bibin jî, divê hemû tiştên nehatine kirin an jî pêkanînên şaş ên hatine kirin, bi tevahî bi pirsgirêka qeyûm ve neyên girêdan. Bajarê me bi salan rastî zilma qeyûman hatiye û ji xizmetên bajarî bêpar hatiye hiştin. Kêmasiya xizmetê ya ku bi serdema qeyûm re derketiye holê, divê bi xebatên hûrbîn û bibandor were girtin.”








