Serokê DYAyê Trump diyar kir ku hevdîtinên bi Îranê re dê di nav 24 saetan de bi dawî bibin û got ku eger hevdîtin bi ser nekevin, keştiyên şer ên DYAyê ji bo êrişan amadekiriyên xwe dikin.
Serokê DYAyê Donald Trump di hevpeyvînekê de bi rojnameya New York Post re got ku eger hevdîtinên li Pakistanê bi ser nekevin, keştîyên şer ên Amerîkayê ji bo êrişên li ser Îranê tên amadekirin. Trump got: “Em keştiyan bi cebilxaneya herî baş bar dikin. Eger em nekarin lihevkirinekê bikin, em ê wan bi kar bînin û em ê wan pir bibandor bikarbînin.”
Trump got ku encama hevdîtinan dê di demeke nêzîk de eşkere bibe û got: “Em ê di nav nêzîkî 24 saetan de hîn bibin.”













