TTB, SES, TÎHV, ÇHD, ÎHD û OHDê bi daxuyaniyek hevpar bang li îktîdarê kirin û wiha gotin: “Divê demildest dev ji pêkanînên tecrîdê yên ku li girtîgehan tên domandin, were berdan.”
Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gelek girtîgehan girtî nikarin xwe bigihînin mafên herî bingehîn û şert û mercên giran ên tecrîdê veguherîne pêkanîneke sîstematîk.
Derbarê kuştina Rojhat Babat de agahiyên xelet hatin dayîn
Di dewamiya daxuyaniyê de rewşa girtiyê bi navê Rojhat Babat ê ku di 1ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, hate bi bîr xistin û hate destnîşankirin ku berê di nava raya giştî de nûçe belav bibûn ku Babat li Saziya Înfazê ya Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê di demên cuda de du caran hewla xwekuştinê daye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Agahiya ku di 1ê Nîsana 2026an de li Nexweşxaneya Bajar a Qeyseriyê întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye, dane malbata wî. Dîsa di agahiyên ku di raya giştî de cih digirin de; tê îdiakirin ku di dema hewldana xwekuştinê û pişt re di dema sewqa ji bo nexweşxaneyê de tu agahî nedane malbata girtî, cenaze şandine parêzgeha Wanê ku malbat lê dijî û daxwaza otopsiya duyemîn a malbatê jî nehatiye bicihanîn.”
Li zindanên ‘Tîpa Bîrê’ şertên giran ên greva birçîbûnê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zindanên di nav gel de wekî Tîpa Bîrê tên zanîn, li ser modela tecrîda yek kesî hatine avakirin û ev tişt hatin bilêvkirin: “Li van hucreyên yek kesî tu cihê hewadar tune ye, li pencereyan jî têlên gelekî stûr hene. Kesên li van deran tên girtin, rojê di navbera saetek an jî du saetan de dibin cihê hewadar yê li cîhekî din. Li van cure girtîgehan teknolojiya pêşketî ji bo zêdekirina îzolasyona mirovan tê bikaranîn. Negirtina tevdîrên pêwîst ji bo rakirina binpêkirinên mafan, bi piranî dibe sedem ku girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Her wiha hat zanîn ku girtiyên bi navê Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Doşemealtiya Antalyayê tên ragirtin; bi daxwaza girtina Girtîgehên Ewlehiya Bilind û sewqkirina girtiyên li van deran, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Greva Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglu ketiye roja 256emîn. Huseyîn Ozen jî ketiye roja 236emîn. Weke encameke greva birçîbûnê ya demdirêj, rewşên xeternak ên wekî windakirina kîloyan, windakirina hest û hevsengiyê û zêdebûna rîska enfeksiyonê derketine holê û rewşa tenduristiya wan gihîştiye asteke krîtîk a jiyanî.”
‘Raporên ATKê dûrî zanistiyê ne’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî nexweşiyên giran ên girtiyan jî, ji ber raporên dûrî zanistiyê yên Saziya Tiba Edlî (ATK) ew nayên berdan. Daxuyaniyê bi van gotinan dewam kir: “Mînaka herî dawî ya vê yekê, girtiyê nexweş ê giran Mehmet Edîp Taşar ê 70 salî bû ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Marmara (Sîlîvrî) dima. Tevî ku nexweşiyên wî yên kronîk ên wekî qeyrana dil, pençeşêra prostatê, diyabet, KOAH û têkçûna gurçikan hebûn û kîloya wî daketibû binê 40î û ketibû rewşa nivînî jî nehat berdan û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.”
Di daxuyaniya hevpar de daxwaz bi vî rengî hatin rêzkirin:
Divê demildest dev ji tecrîdê were berdan: Pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan divê bi dawî bibin; daxwazên girtiyên ku ji bo şermezarkirina şertên tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, divê li ber çavan werin girtin.
Lêpirsîna mirinên bi guman: Têkildarî bûyerên mirinên bi guman ên li girtîgehan divê lêpirsîneke çalak were meşandin û raya giştî were agahdarkirin.
Mafê tedawiyê û berdana girtiyên nexweş: Mafê gihiştina tenduristiyê yê girtiyên nexweş divê were mîsogerkirin. Astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşiya berdana wan divê werin rakirin û raporên desteyên tenduristiyê yên serbixwe esas werin girtin.
Betalkirina Lijneyên Îdare û Çavdêriyê: Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên ku nirxandina “halê wan ne baş e” dikin û mafên berdana bi şert a girtiyan asteng dikin, divê werin betalkirin.
Mekanîzmaya denetimê ya sivîl: Ji bo şopandina binpêkirinên li girtîgehan, divê mekanîzmayeke kontrolê ku saziyên civaka sivîl jî di nav de ne, were avakirin.













