Di dengdana yekemîn a hilbijartina Serokkomariya Iraqê de tu berendama dengê pêwist negirtin û hilbijartin ji bo dengdana duyemîn ma. Berendamê YNKê Nizar Amedî 200 deng wergirt û kesê herî zêde deng girtî. Di dengdana duyemîn de kî zêde dengan bigire dibe serokkomar.
Dengdana yekem a hilbijartina Serokkomariya Iraqê li parlamentoyê bi dawî bû. Di rûniştinê de ji 329 parlamenteran 252 parlamenter amade bûn. Li gorî encamên dengdana yekem; namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amedî 200 deng wergirtin. Namzetê opozîsyona Kurd Musenna Emîn 17 deng bi dest xistin. Ji aliyê din ve, tevî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rûniştin boykot kir jî, namzetê wan Fuad Huseyîn 16 deng wergirtin.
Nizar Amedî nêzî serkeftinê bû
Li gorî destûra bingehîn, ji bo ku namzetek di dengdana yekemîn de rasterast bibe serokkomar, divê herî kêm dengê 220 parlamenteran werbigire. Ji ber ku Nizar Amedî negihişt vê hejmarê, pêvajo derbasî dengdana duyemîn bû.
Dengdana duyemîn de kî zêde denga bigire dibe serokkomar
Di dengdana duyemîn de şertê 220 dengan tê rakirin û namzetê ku herî zêde dengan bi dest bixe, dê bibe serokkomarê nû yê Iraqê. Li gorî encamên gera destpêkê, tê pêşbînîkirin ku Nizar Amedî di dengdana duyemîn de bi hêsanî bi ser bikeve û posta serokkomariyê misoger bike.













