• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Macarîstanê serdema Orban bi dawî bû: Nexşeriya nû ya Macarîstanê çiye?

Navenda Nûçeyan / AW

13 NÎSAN 2026 - 11:15
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di hilbijartinên duh de Macarîstan piştî 16 salan ji nû ve rûyê xwe da Rojava û Ewropayê. Ev encam ne tenê ji bo Macarîstanê, di heman demê de ji bo siyaseta tevahiya Ewropayê weke “pêleke guhertinê” hate pênasekirin. Balkêş bû ku Îsraîl, DYA û Rusyayê ve ku wekî reqîb tên zanîn, piştgiriya Orban dikirin û dixwestin li dijî berendamê mixalefetê Magyar ku Ewropayê pişgtirî dikir, serbikeve.

Di hilbijartinên giştî yên Macarîstanê yên 12ê Nîsana 2026an de ku bi beşdariyeke bilind a nêzîkî ji sedî 80yî pêk hatin, serdemek li Macarîstanê hate girtin û rûpeleke nû hate vekirin. Serokwezîr Viktor Orbán ku 16 sal bûn dewlet bi awayek otorîter bi rê ve dibir, rastî têkçûneke giran hat. Serokê mixalefetê yê nû Peter Magyar û partiya wî Tîsza, bi serkeftineke mezin dawî li desthilatdariya partiya Fîdeszê anîn.

Kî qezenc kir û kî winda kir?

Peter Magyar û partiya wî Tîsza aliyê di hilbijartinê de di rêza yekemîn de serketin e. Siyasetmedarê ciwan Peter Magyar û Partiya Tîsza ku wekî partiyek rastgir a navendî tê pênasekirin, bi destxistina nêzîkî ji sedî 53yê dengan serkeftineke dîrokî qezenc kirin. Tîsza ji 199 kursiyên parlamenê 138 kursî stendin û bi vî rengî gihîşt rêjeya ku wekî ‘rêjeya sûper’ tê zanîn. Ev yek dê fersendê bide hikûmeta nû ku guhertinên makezagonî û reformên mezin pêk bîne.

Dawî li îktîdara 16 salan hat

Viktor Orban û Partiya Fîdesz windakiriyên hilbijartinê ne. Partiya rastgir a tund Fîdesz û Orban ku di demên cuda de nêzîkî 20 salan serdest bûn, winda kirin. Dengên Fîdesz heta ji sedî 38an daketin û encax karî 55 kursiyan bi dest bixe. Orban êvara hilbijartinê derket pêşiya alîgirên xwe û bi gotina “encameke bi êş e lê zelal e” têkçûna xwe qebûl kir.

Kî piştgirî dida kê?

Magyar herî zêde piştgirî ji ciwanan ku bi navê ‘Nifşê Orban’ tên zanîn, ji welatiyên ku ji gendêliyê bêzar bûne û ji kesên ku dixwazin Macarîstan vegere nava malbata Ewropayê, wergirt. Hilbijêran li ber qeyrana aborî û tecrîda navneteweyî ya Macarîstanê îtiraza xwe nîşan dan.

DYA û Rûsyayê piştgiriya Orban dikir

Di asta navneteweyî de Serokê DYAyê Donald Trump û cîgirê wî JD Vance ku beriya hilbijartinê ji bo piştgiriyê çûbû Bûdapeşteyê, her wiha Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û lîderên rastgirên tund ên cîhanê bi xurtî piştgiriya Orban dikirin. Ev encam ji bo xeta Trump-Putin-Orban wekî şikestineke mezin tê dîtin.

Şikesteya trenda serokên otorîter

Li gorî pisporên siyasî Orban ji serokek trenda îktîdarên olperest, nijadperest û çepgir bû. Bi têkçûna Orban ku bi navber 20 sal û bênavber 16 sal bû li ser kar bû, trenda siyasetmedarên olperest, nijadperes tû çepgir jî şikesteyek xwar. Ev yek ji bo hemû welatên salên dirêjin ji hêla kesên otorîter, olperest, nijadperest û rastgir ên mîna Trump, Putîn û Erdogan ve tên rêvebirin wekî hêviyekê tê nirxandin.

Bandorên hilbijartinê yên pêşerojê

Yekîtiya Ewropa (YE) û NATOyê serkeftina Magyar li Brukselê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazîkirin. Magyar soz da ku ew dê Macarîstanê ji ‘tecrîda salan’ derxe, polîtîkayên li dijî Ewropayê bi dawî bike û vegere ser xeta YE û NATOyê. Ev jî tê wateya ku qeyrana fonên Ewropayê yên hatibûn rawestandin dê çareser bibe û pirsgirêkên hiqûqê ji holê rabin.

Têkiliyên bi Rûsyayê re dê sar bibin

Têkçûna Orban ji bo Putîn pêşketinek xirab e. Di dema şerê Ukraynayê de, Orban li Ewropayê dengê herî nêzîkî Rûsyayê bû û gelek caran astengî derdixist pêşiya piştgiriya bo Ukraynayê û toleyên li dijî Moskowayê. Bi ketina Orban re, bawerî ew e ku Macarîstan dê tevlî refên welatên Rojava bibe û dostaniya xwe ya taybet a bi Rûsyayê re bi dawî bike.

DYA ji têkçûna Orban aciz e

Rêveberiya nû ya Macarîstanê dê têkiliyên bi Partiya Demokrat û baskên lîberal ên DYAyê re ku di dema Orban de sar bibûn, asayî bike. Li aliyê din, têkçûna hevalbendê sereke yê Donald Trump ê li Ewropayê, ji bo tora rastgirên tund a cîhanî paşveçûneke mezin e. DYAyê bi zelalî piştgiriya Orban kir Cîgirê Trump JD Vance heta Macarîstanê ji bo pişgiriyê çû. Ev yek nîşan dide Trump ji têkçûna Orban aciz e û di pêşerojê de têkiliyên Macarîstanê bi Trump re dê hinek sar bibin.

Hikûmeta nû dê texrîbata Orban restore bike

Hikûmeta nû ya bi pêşengiya Tîsza dê hewl bide ku dezgehên dewletê, dadgeh û medyaya ku ji sedî 80yê wê di bin kontrola alîgirên Fîdesz de bû, ji nû ve azad û serbixwe bike.

 

Etîket: DYAFîdeszPeter MagyarRûsyaTîszaVîktor Orban
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di navbera DYA û Îsraîlê de qeyrana sîxuriyê

Di navbera DYA û Îsraîlê de qeyrana sîxuriyê

7 HEZÎRAN 2026
Li Çernobîlê metirsiya karesatê: Rûsyayê êrişî depoya nukleerî kir

Li Çernobîlê metirsiya karesatê: Rûsyayê êrişî depoya nukleerî kir

7 HEZÎRAN 2026
DYA: Mercê yekem ê danûstandinê vekirina Tengava Hurmuzê ye

DYA: Mercê yekem ê danûstandinê vekirina Tengava Hurmuzê ye

2 HEZÎRAN 2026
DYAyê li hedefên Îranê da, pasdaran angaşt ku balefireke DYAyê xistine

DYAyê li rejîma Îranê da: Pergalên hewayî hedef hatin girtin

1 HEZÎRAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Muzakereyên Îran û DYAyê: Trump gefan didomîne lê Îran bi ya xwe dike

31 GULAN 2026
Erka Tom Barrack bi dawî bû

Erka Tom Barrack bi dawî bû

30 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta qanûnên dewletê neyên demokratîzekirin dê polîtîkayên bêcezakirinê bidomin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (184)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne