Saziya Enerjiya Atomê ya Ukraynayê (Energoatom) ragihand ku artêşa Rûsyayê bi balafirên bêmirov êrişî avahiyeke li Çernobîlê kiriye ku sotemeniya nukleerî lê tê depokirin. Hate diyarkirin ku di encama teqîn û şewatê de zirar negihiştiye sotemeniyê û asta radyasyonê asayî ye.
Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de didome, careke din metirsiya karesateke mezin a ekolojîk û mirovî derxist holê. Saziya Enerjiya Atomê ya Ukraynayê (Energoatom) têkildarî êrişên dawî yên li ser Santrala Nukleerî ya Çernobîlê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê bi balafirên bêmirov ên bi çek herêma Çernobîlê hedef girtiye. Hate ragihandin ku hedefa êrişê avahiyek bernameyên sotemeniya nukleerî lê tê girtine.
‘Asta radyasyonê asayî ye’
Li gorî agahiyên ku Energoatomê parve kirine, piştî êrişê li herêmê teqînek pêk hatiye û piştre şewat derketiye. Lê belê tevî teqîn û şewatê jî, hate diyarkirin ku zirar negihiştiye sotemeniya nukleerî ya di avahiyê de û pêşî li metirsiyekê hatiye girtin. Rayedarên saziyê dan zanîn ku li qadê pîvandin hatine kirin, asta radyasyonê ya li herêmê di rewşa asayî de ye û niha tu metirsiyeke belavbûna radyasyonê nîne. Lê belê ev destwerdana leşkerî ya li ser tesîsên nukleerî, fikarên der barê ewlehiya gerdûnî de careke din zêde kirin.













