Berpirsê Ragihandinê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talabanî ya li Silêmaniyê Dana Mihemed ragihand ku piştî rawestandina 40 rojî, seferên esmanî yên navneteweyî careke din dest pê kirine û yekemîn sefer jî ber bi Urdunê ve pêk hatiye.
Berpirsê Ragihandinê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talabanî Dana Mihemed, derbarê destpêkirina seferên esmanî yên navneteweyî de daxuyanî da çapemeniyê. Dana Mihemed diyar kir ku piştî qedexeya 40 rojî, ji vê sibehê ve bi sefera yekemîn a ber bi Urdunê ve, trafîka esmanî yên navneteweyî ji nû ve dest pê kiriye.
‘Sefer dê li gorî bernameyê berdewam bikin’
Berpirsa ragihandinê destnîşan kir ku di çarçoveya bernameya ku Saziya Firokevaniya Sivîl a Iraqê ji wan re şandiye de, wê di rojên pêşiya me de jî seferên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talabanî bi awayekî asayî berdewam bikin.
Saziya Firokevaniya Sivîl a Iraqê, ji ber rageşî û şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, hemû seferên esmanî yên ji balafirgehên Iraqê dabû sekinandin.













