Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê bi lîstika “Moraşîn” vegotinên kevnar ên Kurdî tîne ser dikê. Lîstika ku li pey şopa evîn, berxwedan û veguhertinê ye dê di 23yê Nîsanê de di çarçoveya 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de derkeve pêşberî şanohezan.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi berhema xwe ya nû “Moraşîn” amadekariya derketina pêşberî şanohezan dike. Lîstika ku ji aliyê derhênerê şanoyê yê Îranî Ghotbedîn Sadeghî ve hatî nivîsandin û derhêneriya wê hatî kirin, dê di çarçoveya 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de cara yekem (promiyer) were pêşandan. Berhema ku bi kadroyeke nêzî 50 kesî ya lîstikvan û danskeran tê lîstin, bi zimanekî xurt ê dikê û performanseke bi heybet tê pêşberî hunerhezan.
Sadeghî yê ku bi lîstika “Spîmend” a bi DBŞTê re hatibû naskirin vê carê bi lîstika “Moraşîn” di 23yê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê cara ewil dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Kadroya lîstikvanan
Şanoger Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkûzû, Nazmî Karaman, Rêzan Kaya, Leyla Batgî, Omer Şahîn, Sena Ozbey, Erhan Mîr, Mesût Erencî, Şehabettîn Dag, Salîh Yildizoz, Şahperî Alphan, Perînaz Delazy, Mehmet Veysî Yoldaş, Eyup Kan, Havva Akçîçek, Şevîn Yel, Sadettîn Înal, Omer Akkan, Halît Aslan, Şiyar Yaşa, Nurcîhan Yilmaz, Gulşen Yaşar û Meryem Turk di kadroya lîstikê de cih digirin.
Her wiha danskerên Lîstikên Gelêrî yên KASEDê jî dê bi performansên xwe li ser dikê bin.
Rîtuelên kevnar
“Moraşîn”, wekî adapteyeke dramatîk ku ji destana Kurdî ya “Gênc Xelîl” hatiye girtin, derdikeve ser dikê. Di çîrokê de ku bi dûrketina Genco û dergistiya wî Moraşîn a ji ber şer û xizaniyê dest pê dike; Moraşîn ji bo bigihîje yarê xwe, bi çil jinên hevrêyên xwe re kincên mêran li xwe dike û dikeve rê. Moraşîn di rê de di heft qonaxên ku bi rîtuelên kevnar hatine hûnandin re derbas dibe.
Ev rêwîtî ne tenê çîroka gihiştinekê ye, di heman demê de wekî vegotineke veguhertinê ya bi rîtuelên kevnar hatiye hûnandin hatiye avakirin. Her qonaxa ku Moraşîn tê de derbas dibe wekî qada rîtuelekê tê pêşandan û têkoşîna karakterê ya hundirîn û civakî kûrtir dibe.
Lîstika ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk di nava xwe de dihewîne, di ser karaktera Moraşînê re cesaret û berxwedana jina Kurd dide xuyakirin û bi rêya rîtuelan armanc dike ku di navbera raborî û îro de pireke xurt ava bike.









