Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya koça dawî ya Zeynep Cansiz peyame weşand û xemgîniya xwe anî ziman. Di peyamê de ji malbata Sansiz û gelê Kurd re sersaxî hate xwestin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya koça dawî ya dayîka yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) a bi navê Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand. Di daxuyaniya KCKê de hate ragihandin ku Zeynep Cansiz ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jiyana xwe ji dest da, ji ber vê yekê ew gelekî xemgînin û ji malbat, xizmên wê û gelê Dersimê re sersaxî hate xwestin.
‘Serê malbatê û gelê Kurd sax be’
Daxuyaniya KCKê wiha ye: “Em bi xemgînî pê hesiyan ku dayika yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, hevrêya me Sara, Zeynep Cansiz ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê wefat kiriye. Bila Rehma Xwedê lê be. Em ji malbat û xizmên wê, tevahiya gelê xwe yê welatparêz û gelê Dêrsimê re sersaxiyê dixwazin.
Şahida Komkujiya Dêrisimê bû
Dayika Zeynep şahida Komkujiya Dêrsimê bû û êşa komkujiyê ji kûrahiyê ve hîs kiribû. Weke gelek malbatên Dêrsimî malbata wê jî di Komkujiya Dêrsimê de berdêl da. Ev rewş bû sedem ku hêrsa Dayika Zeynep a li hemberî komkujiyê mezin bibe û taybetmendiyên wê yên Kurdayetiyê derkevin pêş. Bi bandora Dayika Zeynep li nava malbatê hem hestên Kurdayetiye hem jî hêrsa li hemberî komkujiyê mezin bû.
Ewladek wekî Sara mezin kir
Ji ber bandora Dayika Zeynep hêrsa hevala Sara ya li hemberî mêtingeriya qirker gelekî zêde bû, gelekî berxwedêr û dilxwaza azadiyê bû. Ewladeke wekî hevrê Sara mezin kir ku vê yekê nîşan da bê xwedî taybetmendiyeke çiqasî xwesere. Em vê yekê bi minetdarî bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî bi vî rengî nêzîk dibe û wê bi vê hişmendiyê cenazeyê Dayika Zeynep pêşwazî bike. Em careke din sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz, malbat û xizmên wê û ji gelê Dêrsimê re dixwazin.”













