Malbata Gulistan Dokûyê ku ji bo hevdîtina bi dozger re çû li pêşiya Edliyeya Dêrsimê wiha got: “Bila keseke din vê êşê nekişîne.”
Li Dêrsimê di 5ê Çileya 2020an de xwendekara pola 2yemîn a Beşa Pêşxistin a Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokû hatibû windakirin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê windabûna wê de 13 kes hatin binçavkirin. Piştî geşedanên nû, malbata Dokûyê çû Edliyeya Dêrsimê.
‘Bila Gulistanên din neyên kuştin’
Dayika Gulistan Dokû, Bedriye Dokû, derbarê geşadanên nû li pêşiya edliyeyê axivî û got: “Bila Gulistanên din neyên kuştin. Bila keseke din vê êşê nekêşe. Bi mehan em hemû li wir girtin. Tenê her carê digotin ‘Keça te ne li vir e’. Gelek mirov beşdarî lêgerînan bûn. Ma ne guneh û heyf bû ji bo wan jî? Çima ev bi zaroka min kirin? Ez ê niha bi dozger re hevdîtinê bikim û piştre bêm biaxivim.”
Bavê Gulistan Dokûyê Halît Dokû jî diyar kir ku piştî geşedanên derketine holê ew hêvîdar bûye û bawer dike ku edalet dê pêk bê. Malbat piştre ji bo bi dozgerê dozê re hevdîtinê bikin derbasî edliyeyê bûn.
Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 14 gumanbaran biryara binçavkirinê hatibû dayîn; piştî ku di serdegirtinên li Stenbol, Enqere, Dêrsim, Antalya û Xarpêtê de 13 kes hatin binçavkirin. Piştî wan geşedanan malbata Gulistan Dokû hat Edliyeya Dêrsîmê.













