• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mamedova: Werin em bi stran û zimanê xwe yê şîrîn hevdu hembêz bikin

Ugur Dînler - Sîpan Batmaz / AW

16 NÎSAN 2026 - 09:38
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Stranbêja Kurd Tara Mamedova beriya konsera xwe ya Amedê bang li guhdar û hezkiriyên xwe kir û got: “Bila gelê me were, em hevdu bi stran û zimanê xwe yê şêrîn hev hembêz bikin.”

Stranbêj Tara Mamedova bi hevkariya Sanatça Organîzayonê dê sibê li ÇandAmedê di saet 20:00an de konserek li dar bixe. Tara Mamedova beriya konserê ji Ajansa Welat re li ser jiyana xwe, huner û stranbêjiya Kurdî axivî.

‘Her tiştê me bi Kurdî bû’

Tara Mamedova destnîşan kir ku wê dema li Kirgizistanê jiyan dikir tu carî dest ji ziman, çand û Kurdîtiya bernedaye û got: “Em bi zimanê Kurdî mezin bûn, zimanê me yê duyemîn zimanê Rûsî bû. Lê çanda me, zimanê me, mala me, her tiştê me bi Kurdî bû. Li ser me ew zexta ziman tune bû. Me tiştên cuda jiyan kirin; koçberî, tiştên wisa me jiyan kir, bêwelatî, bêaxî. Me xwe ne li mala xwe hîs dikir. Em bi van tiştan re gelek rû bi rû man.”

‘Hatina min a Kurdistanê xeyala herî mezin bû’ 

Tara Mamedova bal kişand ser hatina welat û wiha axivî: “Gava hatim Bakurê Kurdistanê rastî ew ji bo min xeyalek bû. Em bi hesreta welat mezin bûbûn û me gelekî hîs dikir ku li vir jiyana çawa ye. Me guhê xwe dida dengê birînên welat. Em bi wî rengî ji dûr ve mezin bûbûn. Lê gava hatim vir, ez sala 2012an cara yekemîn hatim, ji bo min kelecanek bêhempa bû. Ez nikarim behsa wê kelecanê bikim. Ew xeyala diya min bû, kal û pîrên min bû û min ew xeyal pêk anî, min ew tiştên xeyal dikir dît. Min di warê hunera Kurdî de, ew tiştên ku me berê dibihîst, ew tiştên ku qewimîbûn, di wî warî de bi rastî gelek pêşveçûn çêbûbûn. Doza ku hatibû dayîn ji bo çand û hunera Kurdî gelek mezin bû. Gelek bedelên giran hatibûn dayîn. Îro em dikarin bi saya wan stranên xwe bi awayekî azad bijîn, derkevin ser dikê, bi gelê xwe re bên ba hev, wan hevdu hembêz bikin. Em deyndarê gelek tiştan in û hêvîdar im ev hemû tiştên me neyên jibîrkirin û vê dozê di hunera xwe de, di karê xwe de bidomînin.”

‘Muzîsyenên Kurd ji bo min mîna şoreşgeran in’

Tara Mamedova behsa keda li ser hunera Kurdî kir û wiha axivî: “Muzîsyenên Kurd, hunermendên Kurd ji bo min mîna şoreşgeran in. Ji ber ku di nav gelek astengiyan de, di nav gelek tengahiyan de li ber xwe didin. Yanî gotineke Kurdî heye dibêje ‘dengê defê ji dûr ve xweş tê’. Ê me jî carinan wisa dibêjin, dengê me ji dûr ve xweş tê, lê bi rastî piştî wê sehnê, piştî wê malê yan jî di nav malê de ew doza ku tê kirin bêhempa ye.”

‘Gelek astengî li ber stranbêjên Kurd hene’

Tara Mamedova bal kişand ser astengiyên huner û stranbêjiya Kurdî û got: “Astengî ji bo muzîsyenên Kurd gelek in. Muzîsyenên Kurd di warê aborî de, di warê siyasî de, di hemû waran de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, ji ber ku muzîka Kurdî pêk tînin. Lê bi rastî ev demeke dirêj e êdî min dev ji wê… berdaye. Yanî ez ser navê xwe dikarim bêjim min dev ji gazinan berdaye. Çi ji destê min tê ez dixwazim wê bikim ji bo huner, çand û gelê xwe. Tiştek ku ji destê min hat ez ê bikim, tiştek ku ji destê min nehat jî bi rastî ne di destê min de ye carinan. Ji bo me hemûyan jî wisa ye. Lê astengî wekî min got, astengî gelekî cur bi cur in û tên pêşberî hunera Kurdî û hunermendên Kurd. Lê em jî xwedî hêz û bi rastî xîret in, em bi doza xwe mezin bûne û em ê doza xwe bidomînin.”

‘Werin em bi hev re bi yek dilî stranên xwe bibêjin’

Tara Mamedova herî dawî bang li gel û hezkiriyên xwe û muzîka Kurdî kir û ev yek anî ziman: “Ez ji meha Nîsanê pir hez dikim, ji ber ku ez meha Nîsanê hatime dinyayê. Meha Nîsanê gelek bûyerên cur bi cur min di nav jiyana xwe de dît û hatine serê min. Ez bang li gelê me, hezkiriyên muzîka Kurdî dikim ku werin em bi hev re bi yek dilî stranên xwe bibêjin. Me bi rastî bernameyek gelek taybet amade kiriye. Di nav bernameyê de gelek stranên nû, dans û duet hene bi hunermendên gelek hêja re. Ekîbeke gelek jêhatî, bi xebateke gelek berfireh em ê derkevin ser sehnê. Ez tenê dikarim bêjim bila gelê me were em bi hev re wê rojê bi zimanê xwe yê şîrîn û delal bibînin û dema xwe li ba hev derbas bikin û hevdu hembêz bikin.”

Kurtejiyana Tara Mamedova

Stranbêja Kurd Tara Mamedova di sala 1983an de li Kirgizistanê ji dayîk bûye. Malbata wê bi eslê xwe ji navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye. Malbata wî berî sed sal niha ji ber çend sedeman bi sirgûn û koçberiyê berê xwe dide Asyaya navîn. Tara Mamedova ji bo stranbêjiya xwe dibêje wê îlham ji dayika xwe girtiye û diya wê jî bi karê hunerê ve mijûl bûye. Piştî demekê Tara Mamedova ji bo perwerdeya konservatuarê diçe Fransayê û karê xwe pêş dixe. Piştî perwerdehiyê di sala 2012an de jî vedigere Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Mamedova albuma xwe ya yekem bi navê “Ax” di sala 2015an de derdixîne. Tara Mamedova niha li bajarê Stenbolê jiyana xwe didomîne û bi stranên Kurdî li her bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê derdikeve ser dikê û stranbêjiyê dike.

Etîket: amedovaKonsera Tara Mamedovastranbêj Tara MUgur Dînler - Sîpan Batmaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tara Mamedova dê li Amed û Êlihê 2 konseran li dar bixe

Tara Mamedova dê li Amed û Êlihê 2 konseran li dar bixe

10 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

    Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş hate bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Wanî: Aştî gula civakê û welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mezlûm Ebdî gihîşt Ewropayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi tenê siyasetê ev pirsgirêk çareser nabin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (497)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne