Li Amedê di navbera Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê û şîrketa PETAR AŞyê de peymaneke 10 salan a talanê hate îmzekirin. Li qada kampusê ya ku cîranê Baxçeyên Hewselê ye amadekariyên vekirina 6 bîrên petrolê tê kirin. Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak derbarê vê talana xwezayê de hişyarî da û diyar kir ku ev proje dê av ax û faunaya bajêr bi temamî jehrî bike. Nevroz Kavak bang kir ku berî rûxandina mezin dest pê bike divê ev şaşî demildest bê rawestandin.
Zanîngeha Dîcleyê ku di sala 1974an de hatiye avakirin ne tenê saziyeke akademîk e di heman demê de xwedî cihekî mezin a qada daristanî û ekolojîk a Amedê ye. Lê belê di salên dawî de ev qada jiyanê her tim bi polîtîkayên cuda yên talanê re rû bi rû maye. Di sala 2014an de bi hinceta vekirina rêyan û ewlehiyê li qada kampusê bi hezaran darên kevnar bi awayekî hovane hatin birîn. Vê yekê di nav xwendekar, akademîsyen û ekolojîstên bajêr de bû sedema bertekeke pir mezin û bi rojan çalakî hatin lidarxistin.
Kampusa zanîngehê ku li jêra wê Çemê Dîcleyê derbas dibe, li kêleka Baxçeyên Hewselê ku di sala 2015an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanî hatiye qebûlkirine. Di nava 10 salên dawî de bi vekirina rêyan, avakirina kafe û tesîsên bazirganiyê hevsengiya ekolojîk a di navbera kampus û Hewselê de gav bi gav hate xerabkirin. Projeya vekirina bîrên petrolê ya ku di sala 2026an de ket meriyetê wekî qonaxa herî metirsîdar a vê pêvajoya talanê tê nirxandin. Rêveberiya Zanîngehê ku li gorî polîtîkayên navendî kar dike bêyî ku nêrîna saziyên sivîl ên bajêr û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bigire kampusê pêşkêşî fîrmayên rantê dike.
Li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê ku wekî koridora ekolojîk a zindî ya Amedê tê binavkirin, xebatên lêgerîna petrolê dest pê kirin. Şîrketa Bazirganî, Pîşesaziyê ya Lêgerîna Petrol û Gazaxwezayî ya PETARê ku girêdayî Holdînga SANKOyê ji bo lêgerîna petrolê bi rêveberên zanîngehê re peymaneke ji bo 10 salan îmze kirin. Di çarçoveya peymanê de dê li qada zanîngehê ya 45 hezar metreçargoşe dê ji bo petrolê 6 bîrên sondajê bên vekirin.
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Hawîrdorê (ÇMO) ya Amedê Nevroz Kavak derbarê projeya bîrên petrolê ku dê li Zanîngeha Dîcleyê bên vekirin ji ajansa me re axivî. Nevroz Kavak diyar kir ku bandora vê rûxandina ekolojîk tenê bi qadên sondajê re sînordar nîne û bang kir ku hêj tahrîbatên mezin dest pê nekirine divê demildest ji vê projeyê bi paş ve gav were avêtin.

Peymana 10 salan û mezinahiya qada tahrîbatê
Nevroz Kavak da zanîn ku di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku li du herêmên cuda bi giştî 6 bîrên sondajê yên petrolê werin vekirin û li gorî agahiyên wan bidestxistin xebatên 2-3 bîran dest pê kirine. Nevroz Kavak hûrguliyên qadên xebatê yên ku wekî 45 hezar metreçargoşe hatine daxuyandin wiha parve kir: “Herêma li pişt Fakulteya Hiqûqê 18 hezar 465 metrekare ji bo xebatên sondajê hatiye veqetandin. Herêma li binê qada futbolê 27 hezar 327 metreçargoşe jî wekî qada duyemîn a xebatên sondajê hatiye diyarkirin.
‘Rêveberiya zanîngehê û fîrma agahiyên zelal nadin gel’
Nevroz Kavak destnîşan kir ku bandorên lêgerîna petrolê tenê li ser van xalan sînordar namîne bi rêyên servîsê, tevgera makîneyên giran, qadên depokirinê, pergalên ronîkirinê û tesîsên hilberînê re de dê bandoreke mezin li ser erd çêbibe. Nevroz Kavak bal kişand ku ev projeyên endustriyal di pêvajoyên pêş de bi hinceta zêdekirina kapasîteyê qada xwe du qat mezin dikin û wiha got: “Ev yek xetereyeke mezin e. Rêveberiya fîrmayê û zanîngehê derbarê vebûna qadên nû de daxuyaniyên zelal nadin gel.”

‘Li dijî çavkaniyên enerjiyê nînin lê li dijî sotemeniyên fosîl in’
Nevroz Kavak diyar kir ku wekî Odeya Endezyarên Hawîrdorê ew ne li dijî lêkolînkirina çavkaniyên enerjiyê yên ji bo aboriyê ne û destnîşan kir ku divê ev xebat bi perspektîfeke ku mafê jiyanê yê nifşên peşerojê û nirxên jîngehê biparêze werin meşandin. Nevroz Kavak di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Li şûna pirsa ‘Dê çend warîl petrol derkeve?’ divê pirsa ‘Ev xebat de çawa bandorê li çavkaniyên avê, hevsengiya ekolojîk û jiyana kampusê ya Amedê bike? bê kirin.” Newroz Kavak anî ziman ku petrol çavkaniyeke fosîl e ku rojekê dê biqede lê belê bi awayekî fîzîkî û biyolojîk bi paş ve vegerandina ava ku qirêj bibe û ekosîstema ku xira bibe ne gengaz e û wiha pê de çû: “Ev proje li dijî peymanên navneteweyî yên li ser guherîna avhewayê û polîtîkayên kêmkirina karbonê ye ku Tirkiye jî alîgireke wan e. Di sedsala 21emîn de veberhênana li ser sotemeniyên fosîl ji bo aboriya bajareke rûreşiyeke mezin e.”
Kampus korîdora ekolojîk a bajar e: Xeteriya li ser flora û faûnayê heye

Nevroz Kavak bal kişand ku Zanîngeha Dîcleyê tenê saziyeke perwerdehiyê nîne ew mezintirîn qada kesk a Amedê ye û mîna korîdoreke ekolojîk a zindî kar dike. Nevroz Kavak axaftina xwe wiha domand: “Kampus ji ber nêzî Çemê Dîcleyê û bi taybetî Baxçeyên Hewselê yên ku di bin parastina UNESCOyê de ye xwedî girîngiyeke zêde ye. Têkiliya vê kampusê û Hewselê mîna kezebekê ye ku hewaya paqij dide tevahiya bajêr. Di nav kampusê de gelek cureyên daran, balîndeyan, giyayên endemîk, guhandarên piçûk hwd. jiyan dikin.” Nevroz Kavak hişyarî da ku petrola ku dê derkeve dê bandoreke pir xirab li ser çerxa hilberîn û koçberiya balindeyan û cureyên din bike û got: “Di heman demê de berî projeyê tu envantereke zanistî ya hawîrdorê nehatiye amadekirin û ev yek metirsiya li ser flora û faunayê zêdetir dike. Çûkên ku li Hewselê hêlîn çêdikin ji ber dengê makîneyên giran dê heremê biterikînin. Amed yek ji wan bajaran e ku ji ber guherîna avhewayê rîska hişkesaliyê herî zêde dijî.”

‘Heke ev heriya kîmyewî tev li axê bibe heya sed salan dê di nav axê de bimîne’
Nevroz Kavak anî ziman ku herî zêde ava bin erdê û ser erdê di bin rîska qirêjbûnê de ye û wiha pê de çû: “Heriya sondajê madeyên kîmyewî, avên formasyonê û zûxavên petrolê dikarin rasterast kalîteya ava bin erdê ya herêmê xira bikin.” Nevroz Kavak daxwaz kir ku rêveberiya zanîngehê van pirsan bi awayekî zelal bibersivîne: “Gelo bîrên çavdêriya ava bin erdê hatine vekirin? Kalîteya avê ya destpêkê berî xebatê hatiye pîvan an na? Plana Mudaxileyê ya Lezgîn li dijî zûxavan amade ye? Li aliyê din di demekê de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê planên çalakiyê yên avhewayê yên mîna kêmkirina girava germahiya bajar, pergalên trafîka biaqil û rêyên bîsîkletê amade dike li vekirina bîra petrolê ya nava kampusa zanîngehê nakokiyeke pir mezin a rêveberiyê ye. Ev yek nîşan de ku polîtîkayên dewletê û daxwazên saziyên herêmî li hev nakin. Yek ji mijarên herî metirsîdar bertarafkirina heriya xebatê ya kîmyewî ye ku ev yek birîna kûr a welat e. Depokirin an jî avêtina vê heriya xeternak a di nav qada kampusê de bi her awayî qedexe ye û sûcekî hiqûqî ye. Her wiha heke ev heriya kîmyewî tev li axê bibe heya sed salan dê di nav axê de bimîne.”
Pêvajoya ÇEDê, têkoşîna hiqûqî û daxwazên ÇMOyê
Nevroz Kavak diyar kir ku hewce ye her metrekubek vê heriyê bi rêyên qanûnî û di bin çavdêriyê de ji kampusê bê derxistin û bibin qadên bilîsans ên fermî û got: “Nêzîkatiya her axa ku em dibînin bêzerar e nêzîkatiyeke pîşesazî ya çewt e û de ax û avhewayê bi temamî xira bike. Di herêmê de tu qadeke fermî ji bo depokirina vê heriyê nîne fîrma dixwaze vê yekê veşêre. Biryara Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya ku dibêje ‘rapora ÇEDê ne pêwîst e’ biryareke li dijî etîk û zanistê ye. Çimkî ev biryar tenê ji bo projeyên biçûk û dûrî cihên jiyanê tê dayîn lê li vir kampuseke ku 2 mîlyon nifûsa bajêr pê ve girêdayî ye û xwedî akademîsyen û xwendekaran e bi bandor dibe. Divê dadgeh vê biryarê demildest betal bike.”
Daxwaz û hişyarî
Nevroz Kavak daxwaz û hişyariyên odeyê wiha rêz kirin: “Divê di serî de gelê Sûrê û saziyên sivîl bi awayekî adil û zelal di pêvajoyê de cih bigirin û nêzîkatiyên wan werin girtin. Divê raporeke ÇEDê ya ku bandorên demdirêj û giştî dipîve bê amadekirin ji pispor ekolojîst û Endezyarên Hawîrdorê nêrînên akademîk werin girtin. Divê demildest komîsyoneke serbixwe bê avakirin ku tê de gelê herêmê odeyên pîşeyî saziyên sivîl akademisyen nûnerên wezaretê û Serokatiyên Daîreyên Parastina Hawîrdor û Guherîna Avhewayê yên Şaredariyê cih bigirin. Ji bo pîvana qirêjbûna hewayê ya ku ji ber jeneratorên dîzel û tevgera kamyonan çêdibe û pîvana deng lerizînê divê îstasyonên pîvandinê werin avakirin.” Nevroz Kavak destnîşan kir ku heke pêvajo bi lez û bez û bi dizî bê meşandin ew ê weke ode, baro, saziyên sivîl û gelê Amedê têkoşîneke pir xurt a hiqûqî bidin destpêkirin û got: “Têkoşîna me li kolanan û di dadgehan de de berdewam bike. Hêj zû ye, ji vê şaşiyê vegerin.”
‘Heke em îro dereng bimînin dê sibê dereng be’
Nevroz Kavak anî ziman ku di demeke ku li seranserê cîhanê zanîngeh ber bi kampusên kesk û çavkaniyên enerjiyê yên nûjen ve diçin projeya petrolê ya Zanîngeha Dîcleyê nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di cîhaneke ku şerên avê nêzîk in de nehiştina tu qadên parastina hawîrdorê ya di peymanan de ji ber nêzîkatiya aborî û qezencparêz a karsazan bêwijdaniyeke mezin e. Zanîngeh ne fîrmayeke bazirganiyê ye qada jiyanê û zanistê ye.
Hêj texrîbateke mezin a ku nikare bi paş ve were vegerandin dest pê nekiriye divê ev proje demildest bê betalkirin û biryar bê rawestandin. Heke em îro bêdeng bimînin dê sibê dereng be.”













