Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo hin rêzehvdîtinan gihîştiye Ewropayê.
Li gorî agahiyên ku Ronahî TV belav kiriye; Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hin hevdîtinên fermî li welatên Ewropayê pêk bîne, gihîştiye Ewropayê. Agahiyên berfireh derbarê çûna Ebdî ya Ewropayê de nehatin bidestxistin.
Ebdî duh li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Tom Barrack re civiyabû.
Hat zanîn ku Ebdî ji Hêwlêrê derbasî Ewropayê bûye. Li gorî agahiyan wê Ebdî piştî hevdîtinên li Îtalyayê derbasî Fransayê bibe.











