Rojnameger Eylem Babayîgît ev 3 roj in di binçavan de li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin.
Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê ya derbarê rojnamegeran de 22yê Çileyê hatibû binçavkirin. Babayîgît ev 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di binçavan de tê ragirtin. Tê payin ku îro îfadeya Eylem Babayîgît bê wergirtin.
Rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn û Vedat Oruç ku di 17ê Çileyê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.
Rojnameger ji ber nûçe û bernameyên televîzyonê yên çêkirine tên sûcdarkirin. Her wiha nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî weke “sûc” hatine dîtin.