Komeleya Jinan a Starê derbarê geşedanên di dosyeya Gulistan Doku de daxuyanî da û got: “Di vê bêdengiyê de delîl winda dibin, dosye tên hêdîkirin û berpirsiyar tên veşartin. Em ne ji bo qebûlkirinê, ji bo îtirazê li vir in.”
Komeleya Jinan a Starê derbarê geşedanên ku piştî 6 salan di dosyeya Gulistan Doku de qewimî, li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Kuştina jinan polîtîk e” hate vekirin û dowîzên “Dawî li qirkirina zayendî bînin” û “Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne” hatin hilgirtin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.
‘Pergaleke bêcezahiştinê ya rêxistinkirî heye’
Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera komeleyê Sibel Avag ve hate xwendin. Sibel Avag bal kişand ser komkujiyên jinan û wiha got: “Li vê welatî jin tên qetilkirin, zarok mirî tên dîtin, dosya tên tarîkirin. Ev tarîtî ne tesaduf e, pergaleke bêcezahiştinê ya rêxistinkirî ye. Ev tabloya tarî ya ku ji Gulistan Doku heta Rojîn Kabaiş, ji Nadira Kadirova heta Rabia Naz dirêj dibe, ne tesaduf e; ev zincîra ku digihîje tundiya mêr, polîtîkayên bêcezahiştinê û mekanîzmayên parastinê yên di nav dewletê de, ne tenê zincîra tundiya mêr e, di heman demê de zincîra kujerên ku bi destê dewletê tên parastin e.”
‘Em ê şopdarên van dosyayan bin’
Sibel Avag anî ziman ku weke Komeleya Jinan a Starê ew ê şopdarên van dosyayan bin û got: “Em ê bêdengiyê qebûl nekin. Em ê rê nedin jibîrkirinê. Lewre li vê welatî edalet; bi israr, bi têkoşîn û bi kesên ku bêyî tirs diaxivin pêkan e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyani bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.












