Berdevkê YNKê Karwan Gezneyî ragihand ku guherîna erka Waliyê Kerkûkê encama lihevkirina ku du salan hatibû kirin e.
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî têkildarî Waliyê Kerkûkê daxuyaniyek da û helwesta partiya xwe ya derbarê proseya guhertina erka Waliyê Kerkûkê nîşan da.
Gezneyî got: “Em partiyeke rastgone. Em girêdayî wê lihevkirina ku me kirbû ne. Li gorî me ti erkek ne mîrateyeke siyasî ya heta hetayê ye. Guherîna erkê proseyeke demokratîk e.”
Karwan Gezneyî bal kişand ser nêzîkatiya PDKê jî û wiha domand: “Ew aliyên ku dijminahiya vê guherînê dikin, çima dema Rêbwar Teha hate danîn, nehatin deng bi wî nedan. Eger ew aliyên pêşî bihatiba li gel me, me li hev bikira, deng bi Birêz Rêbwar bidabûna, wê demê me wê niha li gel wan guherîna erka Waltiya Kerkûkê bikiribûna. Ji ber ku ew nehatin, em neçar bûn bi wan re li hev bikin. Ji bo wê bi wê lihevkirinê serbilindin. Wê siberojê derbikeve kê başe yan kê xirabe.”













