Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bang li gel kir ku bi ruhê Newrozê beşdarî pîrozbahiya 1ê Gulanê bibin û destnîşan kir ku ew ê li dijî “pergala xerabiyê” têkoşîna nan, dad û azadiyê bilind bikin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi boneya 1ê Gulanê Roja Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li Basmaneyê li cihê ku yekem car di sala 1906an de 1ê Gulanê lê hatibû pîrozkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî Emperyalîzm, Şer û Dagirkeriyê, Nan, Aşitî û Edalet” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî 1ê Gulanê” hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê ya Îzmîrê Îbrahîm Akin ve hat xwendin.
‘Em bi ruhê Newrozê li 1 Gulanê ne’
Îbrahim Akin destnîşan kir ku ew weke DEM Partiyê dixwazin 1ê Gulanê bi ruhê Newrozê, di warê nan, dad û azadiyê de bê nirxandin û got: “Em dixwazin vê dirûşmeya li Tirkiyeyê û Kurdistanê bilind bikin; bila 1ê Gulanê bibe rêberê têkoşîna kesên bindest, xizan, kedkar û hemû karkerên ku ji bo başkirina jiyana xwe têdikoşin.”
Îbrahîm Akin bal kişand ser xizanî û pirsgirêkên sîstemê yên li welêt û wiha pê de çû: “Di heman demê de em dixwazin li dijî xizanî û birçîbûna li vî welatî, her wiha li dijî şerên li cîhan û herêma me, têkoşîna aştiyê bilind bikin. Çimkî em dizanin ku aştî, di heman demê de parastina nan, parastina jiyanê û parastina xwezayê ye.”
‘Em li dijî pergala xerabiyê ya vî welatî ne’
İbrahim Akin bi bîr xist ku wan duh li pêşiya Fabriqeya Pîşeyan daxuyaniyek dabû û wiha got: “Em dizanin ku li vî welatî pêdiviya me bi piştevaniyek hevpar a bihêztir heye da ku em li dijî vê pergala ‘xerabiya rêxistinkirî’ bisekinin. Ji ber vê yekê, divê her kesê ku ji ked, azadî û wekheviyê re dilsoz e, ne tenê bi gotinê, lê di pratîkê de siyaseteke yekgirtî û bi bandor biafirîne da ku vê xerabiyê ji vî welatî biqewirîne.”
İbrahim Akin destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze dest deyne ser hemû nirx û sermayeyên gelê Îzmîrê û got: “Duh me li ber Fabriqeya Pîşeyan gotibû, îro jî dubare dikin; parastina mafê hemwelatîbûnê yê gelê Îzmîrê pir girîng e. Ji ber vê yekê, em desteser-kirina sermayeyên Îzmîrê, bi taybetî jî Fabriqeya Pîşeyan, qebûl nakin.”
‘Em hemû gelê xwe vedixwînin 1ê Gulanê’
Îbrahîm Akin banga beşdariya pîrozbahiya 1ê Gulanê dubare kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi hemû gelê xwe re bi awayekî herî xurt di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Ez careke din bang dikim; em hemû gelê Îzmîrê vedixwînin qadan da ku em 1’ê Gulanê bikin roja ked, demokrasiyê û aştiyê. Wekî partî, em ê bi hev re vê têkoşîna demokrasiyê, azadiyê û aştiyê bidomînin û berxwedana xwe bigihînin astên bilindtir.”













