Koma PDKê ya li Parlamentoya Iraqê ragihand ku bi fermana rêveberiya partiya xwe heta demeke nediyar rûniştinên Parlamentoya Iraqê boykot dikin.
Koma Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK) ya li Iraqê têkildarî helwesta partiya xwe daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser biryara rêveberiya partiya xwe biryar girtine rûniştinên parlamentoyê heta demeke nediyar boykot bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku parastina mafê destûrî ya gelê Kurdistanê û parstina rewatiya proseya siyasî li ser her hemû berjewendiyan redibînin.
Hêjayî bibîr xistinê ye piştî ku 11ê nîsanê Nizar Amêdî bi piraniya dengan weke Serokkomarê Iraqê yê nû hate hilbijartin û şûnde PDKê helwest nîşan da û diyar kirin ku ew serokkomar qebûl nakin û hemû karên bi serokkomariyê re red dikin.













