Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkarî û kedeke hevbeş a bi Weqfa Dêrên Ermeniyan û DÎTAVê re li navçeya Sûrê Mala Bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan vekir.
Mala Bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan ku bi armanca parastina jiyan, bîr, bawerî û girêdana wî ya kûr a bi Amedê re hatibû amadekirin, bi merasîmeke biheybet li navçeya Sûrê hate vekirin. Ev avahiya ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin, Weqfa Dêrên Ermeniyan a Surp Biçûk (Xidir İlyas) û Surp Giragos û Weqfa DÎTAVê hatiye avakirin, armanc dike ku mîrateya Margosyan bigihîne nifşên nû.
Merasîma vekirinê li hewşa Dêra Surp Giragosê hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin êm Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkê Meclîsa DBBê Ayhan Karatekîn, endamên meclîsê, Serokê Şaxa DÎTAVê ya Amedê Şeyhmus Dîken, Serpiskopos Aram Ateşyan û Alîkarê Serokê Weqfê Ohannes Gafur Ohanyan, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Serokê Şaxa DÎTAVê Şeyhmus Dîken, Serpiskopos Aram Ateşyan û Alîkarê Serokê Weqfê Ohannes Gafur Ohanyan derbarê girîngiya Margosyan û mîrateya çandî ya Amedê de axaftinên girîng kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Margosyan ne tenê nivîskarek e, lê bîra zindî ya vê axê ye û bal kişandin li ser xwişk-biratiya gelên li ser wê axê jiyane. Di axaftinan de ji bo hemû gelan daxwaza aştiyê hat kirin.
Piştî axaftinan, qurdeleya vekirinê ji aliyê hevşaredar û nûnerên saziyan ve hat birîn. Beşdaran piştî vekirinê, li hundirê Mala Bîranînê geriyan û li ser jiyan û der barê berhemên nivîskar agahî girtin.














