• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Girtina Nedîm Orûç binpêkirina mafê kesane û rojnamegeriyê ye’

Ugur Dînler / AW

20 NÎSAN 2026 - 09:36
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Parêzer Resul Temûr beriya danişîna nûçegihanê me Nedîm Orûç da zanîn ku Nedîm ne weke rojnamegerekî, wekî çalakavanekê tê darizandin û wiha got: “Ez hêvî dikim ku Nedim di vê rûniştinê de li gel kesên din ên têne darizandin serbest were berdan.”

Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç di 14ê Çileyê dema ku li taxa Nûr a Cizîrê nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Derbarê nûçegihanê me Nedîm Orûç de îdianame hate amadekirin. 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianameya ku dozgeriyê amade kiriye û rojnamgeriyê weke sûc dihesibîne qebûl kir. Danişîna ewil a nûçegihanê me Nedîm Orûç dê di 24ê Nîsanê de were lidarxistin.

Parêzerê nuçegîhanê me Resûl Temûr beriya danişîna hevalê me Nedîm Oruç were lidarxiistin axivî.

‘Bi zorê û tundî tê binçavkirin’

Parêzer Resûl Temûr da zanîn ku Nedîm Orûç bi salan e li cihê lê dijî rojnamegeriyê dike û wiha got: “Ji ber ku li wir kar dike, di şopandina bûyerên civakî û daxuyaniyan de her tim bi heman hêzên ewlehiyê re rûbirû dimîne. Anku em behsa rojnamegerekî dikin ku li Cizîrê ji aliyê polîsên ku bûyerên civakî dişopînin ve tê naskirin. Dema ku hatibû binçavkirin, ew wek rojnameger çalakiya protestoyê ya li dijî êrîşên li ser Rojava dişopand. Dema me li girtîgehê bi wî re hevdîtin kir, wî got ku piştî qedandina protestoyan, dema ku dixwest ji cihê bûyerê biçe, polîsan nasname jê xwestine, wî karta xwe ya rojnamegeriyê nîşan daye û polîsan jê re gotine ku dikare biçe. Lê tam di wê kêliyê de, tîmeke din a polîsan tê û fermanê dide polîsên din ku Nedim jî were binçavkirin. Li ser vê yekê bi zorê û bi tundî tê binçavkirin. Dema Nedim hat binçavkirin, qertê wî ya çapemeniyê li gel wî bû û kameraya wî ya ku di karê xwe de bi kar tîne di destê wî de bû. Tevî vê yekê hat binçavkirin, girtin û derbarê wî de bi îdiaya “beşdarî çalakiyan bûye”, “Li dijî polîsan madeyên teqemeniyê bikar aniye”, “Rûyê xwe girtiye”, “Zirar daye malê dewletê”, û “Propagandaya rêxistinê kiriye” îdianame hat amadekirin.”

‘Girtin, li dijî azadiya kesane û rojnamegeriyê binpêkirina maf e’

Di berdewama axaftina xwe de Resûl Temûr diyar kir ku Nedim Orûç bi îdiaya wekî çalakvan beşdarî protestoyan bûye hatiye binçavkirin, girtin û wiha pê de çû: “Hem di qonaxa îfadeyê de hem jî di nav îdianameyê de nûçeyên ku wî berê bi nasnameya xwe ya eşkere çêkirine jî bûn mijara sûcdarkirinê. Bi taybetî, şopandina daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê vekişîna tevgera azadiyê de, çûna wî ya ber bi Başûr ve û hevpeyvîna wî ya bi Şervanekî vekişiyayî re, wekî xala sereke ya sûcdarkirinê hat nîşandan. Bi vî rengî, bi eşkere hat dîtin ku Nedîm ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin. Lêkolîna ewlehiyê ya derbarê hevpeyvîna Nedîm a bi Şervanekî re, nêzî du meh beriya binçavkirina wî hatiye amadekirin. Yanî Nedim di dema şopandina nûçeyê de nehatiba binçavkirin jî, jixwe ji ber karê wî lêpirsîn li ser hebû. Emniyeta ku vê lêpirsînê dimeşîne û emniyeta ku ew binçav kiriye û wekî “protestoker” nîşan daye, heman emniyet e. Ev rewş sedema bingehîn a binçavkirin û girtina Nedîm wek eşkere radixe li ber çavan. Girtina Nedîm a ji ber xebatên rojnamegeriyê, hem ji bo azadiya kesane hem jî ji bo astengkirina karê rojnamegeriyê binpêkirina mafan e.”

‘Darizandina ji ber rojnamegeriyê nayê wateyê cezakirinê’

Resul Temur anî ziman ku ew serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane, AYMê hêj serlêdana Nedîm nexistiye rojeva xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di doseya Nedîm de li gel wî 9 kesên din jî tên darizandin. Bi giştî 10 kes bi îdiaya beşdarbûna protestoyan tên darizandin. Hemû kesên ku tên darizandin Kurd in û tenê ji ber ku êrîşên tunekirinê yên li ser Rojava protesto kirine tên darizandin. Her çend Nedîm wekî rojnameger bûyer şopandibe jî, wekî çalakvanekî tê darizandin. Rastî ev e ku, heke ew wekî çalakvan beşdarî protestoyê bûba jî, diviyabû ev neba mijara darizandinê, ji ber ku ev mafekî bingehîn e. Divê ev çalakî di çarçoveya mafê ‘civîn, xwepêşandan û azadiya îfadeyê’ de were dîtin û hemû werin berdan. Darizandina Nedîm a ji ber rojnamegeriyê nayê wê wateyê ku dê were cezakirin. Ez hêvî dikim ku Nedîm di vê rûniştinê de li gel kesên din ên têne darizandin were berdan.”

Etîket: danişînParêzer Resûl TemurRojnameger Nedîm Oruçrojnamegerî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgehê doza kuştina Nîzamettîn Kalkan taloq kir

Dadgehê doza kuştina Nîzamettîn Kalkan taloq kir

5 HEZÎRAN 2026
‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

6 GULAN 2026
Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

28 NÎSAN 2026
Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

27 NÎSAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026
Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne