AVAMED a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi pergala pompeyê ya nû kapasîteya veguheztina avê zêde dike û li dijî metirsiya qutbûna enerjiyê tevbîrên pêwîst digire.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pergala pompeyê ya kapasîteya wê bilind a ku li Bismilê ava kiriye, li ser kêmkirina metirsiyên qutbûna enerjiyê û zêdebûna xerckirina avê ya di mehên havînê de zêde dibe tevbîrên xwe zêde kirin. Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê, bi armanca kêmkirina metirsiyên qutbûna enerjî û xerckirina zêde xebata xurtkirina îstasyona pompeyê ya li navçeya Bismilê gihand qonaxa dawî. Pergala nû, leza veguhastina avê ya ber bi depoyan ve zêde dike û zexta şebekeyê dixe bin kontroleke mîsogertir.
Bi xurtkirina kapasîteyê dema qutbûnê kin dibe
Di çarçoveya projeyê de, 4 pompeyên stûnî (Bilindî) yên ku her yek jê 175 HP (150 kW) hêzdar in û di saniyeyê de 80 lître avê vediguhezin hatin amadekirin. Pergala ku kapasîteya wê ya giştî di saniyeyê de digihîje 320 lîtreyî, bi taybetî di saetên ku xerckirina avê zêde dibin de derfet dide ku depo zûtir tije bibin û bi vî rengî dema qutbûna avê kêmtir dike.
Piştî qutbûna enerjiyê dê zûtir av bê şandin

Pergala nû ne tenê kapasîteyê zêde dike; di heman demê de piştî qutbûna enerjiyê pêvajoya ji nû ve destpêkirina xebatê leztir dike û berdewamiya xizmetê mîsoger dike. Şaredarî xebata montajê ber bi dawîbûnê ve dibe. Midûrê Şaxa Bismilê Ferat Ozer, diyar kir ku ev destwerdana teknîkî hevsengiya pergalê xurt kiriye û got: “Ev avahiya ku dema veguheztina avê ya ber bi depoyan ve kurt dike, bi taybetî di demên xerckirina zêde de rêveberiya şebekeyê hîn saxlem dike.”














