Li mezraya Mehmî ya girêdayî gundê Xana Kelê ya navçeya Licê ji ber kêmasiya DEDAŞê 4 çêlek û conegayek mirin.
Li mezraya Mehmî ya girêdayî gundê Xana Kelê ya navçeya Licê ya Amedê ji ber kêmasiya DEDAŞê 4 çêlek û canegayek welatiyê bi navê Şahîn Atagoren mirin. Li gorî agahiyên ku malbatê dan, tîmên DEDAŞê yê beriya çar rojan çûbûn gund kabloyên trafoya gund guhertin. Îro danê sibehê jî sewalên ku diçeriyan çawa nêzî trafoyê bûn ji ber sedemeke nediyar ceyranê ew girtin û mirar bûn. Malbata ku pêhesiya sewalên wan mirine tîmên cendermeyan agahdar kirin. Li ser vê yekê tîmeke cendermeyan û hin peywîrdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Licê û DEDAŞê hatin cihê bûyerê. Tîmên cendermeyan û peywîrdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Licê û DEDAŞê raporên xwe girtin û ji gund derketin. Malbatê da zanîn ku ji ber tîmên DEDAŞê kablo xelet girêdane ceyranê sêwalên wan girtin û diyar kir ku ji ber kêmasiya DEDAŞê heye, giliya wê kiriye. Ji bo zirar û ziyana malbatê were pêşwazîkirin dê li benda encama raporan bê sekinîn.

















