• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    KCK’yî Qazî Mihemed, Mahir Çayan û embazanê înan yad kerdî

    KCK: Gelê Kurd wê Îsmaîl Agaç tu carî ji bîr neke

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 23yê NÎSANA 2026an

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    KCK’yî Qazî Mihemed, Mahir Çayan û embazanê înan yad kerdî

    KCK: Gelê Kurd wê Îsmaîl Agaç tu carî ji bîr neke

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 23yê NÎSANA 2026an

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ber çavkaniya debarê neçarî koçberiyê bûn: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

Mahmût Altintaş / AW

21 NÎSAN 2026 - 08:37
Kategorî: ABORÎ, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Welatiyên Kurd ên ji bajarên Qers, Wan, Agirî û Bitlîsê ji bo debarê koçberî Enqereyê bûne, daxwaza xwe ya ji bo vegera welat anîn ziman û gotin: “Heke derfeta debarê hebe em ê vegerin li welatê xwe.”

Li Kurdistanê ji ber rewşa aboriyê, zextên siyasî, şewitandina gundan û bi hincetên cuda cuda bi milyonan welatiyên Kurd neçarî koçberiya metropolên Tirkiyeyê bûnê. Welatiyên neçarî koçberiya metrepolan bûnê bi gelek zahmetiyan re jî rû bi rû man. Ji ziman, çand û erdnîgariyê dûrketin bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan jî dike û welatî bi awayekî biyanî jiyana xwe li metropolan didomînin. Welatiyên Kurd ku li metropolan dijîn gelemperî bi karên avahîsazî, tekstîl, bazarvanî û komkirina bermahiyan ve debara xwe dikin. Yek jî bajarên welatiyên Kurdistanê koçber bûnê û lê bi cih bûne Enqere ye.

Welatiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber şewitandina gundan, sedemên siyasî û aboriyê koçber bûne û hatine li Enqereyê bi cih bûnê, li vir tevî zahmetiyan jî jiyana xwe didomînin. Welatiyên Kurd ku li taxa Huseyîn Gazî ya navçeya Altindagê ya Enqereyê dijîn,bi gelemperî ji ber sedemên debarê neçarî koçberiyê bûne. Welatiyên ku piraniya wan li herêma Serhedê bajarên weke; Qers, Wan, Agirî û Bitlîsê li vê taxê bi cih bûne, bi karên avahîsazî, bazarvanî û barkeşiyê ve debara xwe dikin. Welatiyên ku em li taxê bi wan re axivîne, diyar kirin ku ew ji ber debarê koçberî metropolan bûne û derbarê zahmetiyên dikşînin axivîn.

‘Me gelek zor û zahmetî dîtin’

 

Welatiyê bi navê Îsa Kosedag di salên 2000an de li navçeya Zêdka ya Agiriyê ji ber debarê neçar maye ku koçî Enqereyê bûye. Îsa Kosedag ku li Enqereyê bi karê barkêşiyê ve debara xwe dike, diyar kir ku piştî koçberiya Enqereyê bûne, bi gelek zahmetiyan re rûbirû mane. Îsa Kosedagê 26 sal in li Enqereyê dijî wiha qala zahmetiyên kişandiye kir: “Em piştî hatin Enqereyê ji bo debarê em diçûn bazarê û me bazarvanî dikir. Ji ber ku em Kurd bûn em li bazaran qebûl nedikirin. Gelek caran rastî cihekariyê dihatin. Piştî ku ez karê barkeşiyê hînbûm, niha bi karê barkeşiyê debara xwe dikim.”

‘Li welatê me kar hebûna çi karê me li welatê xelkê hebû’

Îsa Kosedag piştî ku koçberî Enqereyê bûye jî ji welatê xwe dûr neketiye. Îsa Kosedag bilêv kir ku ew her sal hewl dide biçe welatê xwe û wiha axivî: “Li welatê me kar hebûna çi karê me li welatê xelkê hebû. Ji ber ku kar tunebû em koçber bûn. Heke li welatê me kar hebûna em dê li welatê xwe mabana. Em dixwazin dîsa biçin li welatê xwe. Heke derfet hebe û em karibin debara xwe bikin, em dixwazin biçin. Weke zeviyeke avê dibîne û şîn dibe. Ji bo me jî wisa ye.”

Koçberiya li metropolan herî zêde bandor li ziman kiriye

Ji welatiyan Kenan Keskîn diyar kir ku ew di sala 1979an de li gundê Kortê ya navçeya Elcewaz a Bedlîsê ji ber debarê koçberî Enqereyê bûne. Kenan Keskîn ê li Enqereyê bi gelek zahmetiyan re rûbirû maye ji bo debarê di karê avahîsazî û gelek karan de xebitiye. Kenan Keskîn destnîşan kir ku koçberbûna wan li metropolan herî zêde bandor li ser zimanê wan kiriye û wiha axivî: “Em li gundê xwe bi zimanê dayikê diaxivîn. Lê hatin metropolan niha zarokên me li vir bi zimanê xwe nikarin biaxivin. Jixwe pergal me neçar dike ku werin metropolan û li vir ziman û çanda xwe ji bîr bikin. Hemû Kurd li metropolan belav bûne û li vir ji ziman û çanda xwe dûr ketine. Zimanê me qedexe bû. Dema em Kurdî diaxivîn em rastî cihekariyê dihatin.”

‘Jiyan jî mirin jî li Welat xweş e’

Di berdewama axaftina xwe de Kenan Keskîn ê hesreta ji bo welatê xwe aniye ziman da zanîn ku heke derfeta debarê hebe ew dixwazin vegerin gundê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyan jî mirin jî li Welat xweş e. Lê mixabin derfetên me yên aboriyê ji ber ku li welat tune ye û zarokên me li vir mezin bûne, nikarin vêgerin li welatê xwe. Lê hesreta welat ji dilê me dernakeve. Cihê bav û kalan her tim di hiş û dilê meriv de ye.”

‘Li vir em gelek caran rastî cihekariyê hatin’

Welatiyê bi navê Cesîm Ozden jî li gundê Gomik a navçeya Qaqizman a Qersê di sala 1988an de ji bo debarê neçarî koçberiya Enqereyê bûye. Cesîm Ozden ku li Enqereyê bi karê bazarvaniyê debara xwe dike derbarê şert û mercên xwe yên jiyanê wiha axivî: “Hatina me ya li Enqereyê ne bi keyfî bû, ji ber neçariyê bû. Weke welatiyên me yên Kurd ên ji neçariyê koçberî Enqereyê bûne, em jî li taxa Yenîdogan a navçeya Altindage bi cih bûn. Lê li wir ji ber veguherîna bajarî, hemû Kurd belavî taxên din bûn û em jî hatin vê taxa Huseyîn Gaziyê. Li Enqereyê herî zêde zimanê me bi bandor bû. Em ji ziman û çanda xwe dûr ketin. Li vir em gelek caran rastî cihekariyê hatin. Nedihiştin em bi zimanê xwe şahiyan bikin. Niha jî zarokên me rastî bişaftinê hatine. Zarok di dibîstanan de rastî bişaftinê tên. Herçiqas em li malê bi Kurdî biaxivin jî zarok dema li dibistanê bi Tirkî perwerdehiyê dibînin, ji zimanê xwe yê dayikê dûr dikevin.”

‘Pergal neçarî koçberiyê dike’

Cesîm Ozden jî daxwaza xwe ya vegera welat anî ziman û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Jiyana me li metropolan derbas bû. Ez 50 salî me û 30 sal emre min li metropolan derbas bû. Helbet em dixwazin vegerin welatê xwe. Li welat erd û zeviyên me hene. Lê derfetên me yên kar tune ne. Mixabin pergal me naçarî koçberiyê dike. Li welat em dikarin bi çandinî û sewalkariyê debara xwe bikin. Lê êdî welatî nikarin bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe bikin. Pergal ew kar jî qedandiye.”

Etîket: Cesîm OzdendebarÎsa KosedagKenan KeskînKocberimetropolWelat.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hediye Abdullah: Dorpêça li Kobanê didome, jiyana welatiyan di xetereyê de ye

Hediye Abdullah: Dorpêça li Kobanê didome, jiyana welatiyan di xetereyê de ye

14 NÎSAN 2026
Li Libnanê bîlançoya giran: 2 hezar 55 mirî, nêzî 7 hezar birîndar

Li Libnanê bîlançoya giran: 2 hezar 55 mirî, nêzî 7 hezar birîndar

13 NÎSAN 2026
NY: Bi milyanan kes li Îran û Libnanê ji ber şer koçber bûn

NY: Bi milyanan kes li Îran û Libnanê ji ber şer koçber bûn

26 ADAR 2026
6 welat ji parastina Tengava Hurmuzê re amade ne

6 welat ji parastina Tengava Hurmuzê re amade ne

19 ADAR 2026
UNHCR: Îranî ji bajaran ber bi gundan ve koç dikin

UNHCR: Îranî ji bajaran ber bi gundan ve koç dikin

19 ADAR 2026
Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
    Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (796)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne