Amed – Refîk Sunkur ê ku di sala 1995an de hatibû girtin û 31 sal di girtîgehên cuda de hatiye ragirtin, piştî berdanê, li Amedê bi coş û girseyî hat pêşwazîkirin.
Refîk Sunkur ê ku di sala 1995an de li Amedê hatibû girtin û ev 31 sal in di girtîgehan diha ragirtin, di 17ê Nîsanê de ji Girtîgeha Boluyê hate berdan. Refîk Sunkur ê ku îro vegeriyaye Amedê, li Balafirgeha Amedê bi girseyî û coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Di merasîma pêşwazîkirinê de rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAYDER), nûnerên saziyên sivîl, rêveberên partiyên siyasî û welatî amade bûn. Girse dema Refîk Sunkur ji balafirgehê derket bi çepik û tilîliyan ew pêşvazî kirin û gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
‘Pêvajoyê dê bi serkeftinê encam bibe’
Di dema pêşwazîkirinê de Refîk Sunkur hestên xwe anî ziman û got: “Em ji girtîgehê bi awayeke nîvco derketin. Ji ber ku hevalên me hîn jî di hundir de ne. Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê berdewam dike. Em bawer in ku ev pêvajo wê bi serkeftinê bi encam bibe û hemû hevalên me yên di girtîgehan de tên ragirtin wê werin berdan.”
Piştî axaftinê Refîk Sunkur û bi kesên pê re, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” ber bi navçeya Gêlê ve bi rê ketin.

















