Şaredarê Ataşehîrê Onûrsal Adiguzel ê CHPyî jî di nav de 19 kes hatin girtin.
Pêla binçavkirin û girtinan li dijî şaredariyên CHPê berdewam dike. Di 18ê Nîsanê de li dijî Şaredariya Ataşehîrê operasyoneke hatibû lidarxistin. Di operasyonê de Şaredarê Ataşehîrê Onrûsal Adiguzel jî di nav de 20 kes bi îdiaya “bertîl xwarine, bi armanca avakirina rêxistina sûc û binpêkirina îhaleyê” hatibûn binçavkirin.
Piştî jêpirsînên li dozgeriyê û dadgeriyê derbarê şaredar Onûrsal Adiguzel jî di nav de 19 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Kesek jî bi biryara kontrola edlî hat berdan.
Onûrsal Adiguzel jî di nav de 19 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.








