Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşên karesatî komxebatek sê rojan pêk anîn û li ser kar û xebatên divê di dema karesatan de bên kirin, perwerdehî da.
Yekîneya Parastina Sivîl a Heyva Sor a Kurd, bi piştgiriya Rêxistina Medîco Internatîonal, bernameyeke perwerdehiyê ya sê rojan li bajarê Qamişloyê pêk anî. Ligel endamên pispor ên şaredariyê gelek kes tev li komxebata perwerdehiya têkildarî karesatan bû. Di komxebatê de giranî li ser mijarên rêveberiya karesatan û rêbazên destwerdana lezgîn hate rawestîn.
Perwerdehî dê bidomin
Rayedarên Heyva Sor a Kurd anîn ziman ku armanca sereke ya vê xebatê, bilindkirina asta amadebûnê û xurtkirina kapasîteyên tîmên herêmî bûye. Rayedaran destnîşan kirin ku ew dê xebatên bi vî awayî bidomînin da ku di demên awarte û qeyranan de civak bi awayekî baştir û bi ewletir were parastin.
Armanc pêşxistina asta pisporiyê ye
Ev pêngav wekî beşek ji hewldanên berdewam ên saziyên herêmî tê dîtin. Bi van xebatan Heyva Sor a Kurd hewil dide ku tora parastina sivîl li hemberî karesatên xwezayî û rewşên awarte berfirehtir û pisportir bike.












