Komîteya Lêkolînan a NYê diyar kir ku ew êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopîne û dê meha pêşiya me têkildarî êrişan raporekê biweşîne.
Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê raporekê amade dike. Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ji dema rûxandina rejîma Baasê ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Ji bo parastina bendavê ji hilweşînê û nerazîbûna li dijî êrişan ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji 8ê Çileyê ve çalakiya nobetê li bendavê li dar dixe.
Dewleta Tirk bi balafirên şer ango drone û SÎHAyan êrişî sivîlên nobetê digirin dike. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişan de 21 sivîl hatine kuştin û 203 sivîl jî birîndar bûn e. Di heman demê de bendava ku ceyran û avê dide herêmê ji xizmetê derketiye.
Têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî şêniyan û binesaziya herêmê ANHAyê xwe gihand Komîteya Lêkolînan a ji bo Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY).
Li gorî agahiyên ku komîteyê dane ANHAyê komîte sûc û êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne dişopîne. Komîteyê diyar kir ku ew ê der barê van sûcan de di meha Sibatê de raporekê amade bike û biweşîne.