Rojnamegerên Sînornenas kronolojiya bûyerên derbarê rojnameger Emel Xelîl a di êrişeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hat kuştin jinûve ava kir û êriş wekî sûcê şer bi nav kir.
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) kronolojiya bûyerên derbarê êrişa li Lubnanê ku bû sedema kuştina rojnameger Emel Xelîl ji nû ve lêkolîn kir û êrişê wekî “sûcê şer” şermezar kir.
Nûçegihana El Ekber ali Lubnanê Emel Xelîl roja sêşemê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de li başûrê Lubnanê jiyana xwe ji dest da. Hevpîşeya wê Zeyneb Ferec jî di heman êrişê de birîndar bû.
Li gorî kronolojiya ku ji hêla RSFê ve hat berhevkirin, her du rojnameger pêşî di êrişeke nêzîkî wesayîta wan de li bajarê El-Teyrî li dora saet 14:30an de bûne hedef. Piştre wan spartin avahiyek sê qatî. Saet di 16:00an de êrişeke duyemîn a hewayî wesayîta rojnamevanan hedef girt. Avahiya ku rojnamevan lê bûn saet 16:27an hat lêdan. Hat ragihandin ku têkiliya dawî ya bi Emal Xelîl re saet di 16:22yan de çêbû.
Dora saet di 18:00an de tîmên rizgarkirinê rojnamegera birîndar Zeyneb Ferec derxistin. Lê ji ber gulebarana dijwar negihîştin Emel Xelîl. Nêzîkî saet di 19:20an de artêşa Lubnanê, tevî ku peywirê wê tunebû jî bi tîmên Xaça Sor re mudaxaleyî pêvajoyê kir. Tîmên rizgarkirinê saet 20:20an de gihîştin cihê bûyerê û dest bi xebatê kirin û di saet di 23:10an de gihîştin cenazeyê Emal Xelîl.
Her wiha di daxuyaniyek fermî ya di saet 20:00an de hat dayîn de hedefgirtina rojnameger piştrast kir û wekî “Yên ku bêdestûr peymana agirbestê binpê kirine” bi nav kir.













