Enqere – Şîrovekarê Siyasî Alan Pîrê bi lêv kir ku di sedsaliya Seykes Pîcotê de nexşeya herême ji nû ve tê xêzkirin û got: “Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê jî. Jixwe Îsraîlê jî bi eşkere got. Dewletên serdest ên li Kurdistanê ku piştî şerê 1emîn ê cîhanê ava bûne kengî be dikarin bên hilweşandin û ji nû ve bên avakirin.”
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû yek jî rojeva sereke ya cîhanê ye. Di navbera Amerîka û Îranê de 7ê Nîsanê agirbest hat ragihandin û şer rawestiya. Di navbera Amerîka û Îranê de li bajarê Îslamabad a Pakistanê muzakere berdewam dikin. Herî dawî di 21ê Nîsanê de agirbest careke din hat dirêjkirin. Tevî muzakere û agirbestê jî xetereya şer berdewam dike û muzakere hatine asta xitimîndinê. Dorpêça Amerîkayê li ser lîmanên Îranê didome. Her wiha Îranê jî Tengava Hurmuzê girti ye û dest datîne ser keştiyan. Herî dawî Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniyeke de xwest Îran pêşniyazeke bike û Îran jî dibêje heta dorpêç neyê rakirin muzakere berdewam nakin. Ew yek jî di siberojê de xetereya şer derdixe holê.
Şerê di navbera Amerîk-Îsraîlê û Îranê de bandoreke mezin li ser tevahiya Rojhilata Navîn jî dike. Taybet jî piştî şer dest pê kir, Îran êrişî welatên Dewletên Ereb û Başûrê Kurdistanê kir hedef. Partiyên li Rojhilatê Kurdistanê jî beriya êrişan yekîtiya xwe ragihandin û ragihandin ku ji bo gel nekeve xetereyê tev li şer nabin.
Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê, bandora şer a li ser siyaseta herêmê û Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Hesabê Amerîkayê yê şer hev negirt’
Alan Pîrê derbarê agirbesta hatiyê ragihandin de diyar kir ku li gorî rewşa şer agirbest nikare mayinde bibe û wiha axivî: “Di meha Hezîranê de şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kir. Lê ji ber ku di wî şerî de Amerîka û Îsraîl tişta ku dixwast bi destnexist şerê duyemîn dest pê kir. Di êrişên dawî de tiştên hatibûn destnîşankirin nikarin bidestbixînin. Îranê dikare li dijî êrişan xwe biparêze. Şerekî ezmanî ye, ne şerekî li ser erdê ye. Ji ber ku neketiye ser rûyê erdê ew şer ne pêkane ku bi dawî bibe. Hesabê Amerîkayê yê şer li hev negirt. Nedizanî Îran ewqas dê bikaribe bandor li derdorê bike. Îranê Tengava Hurmuzê girt û êrişî welatên Ereban kir. Ji bo wê jî bandora şer ne tenê li ser herêmê ye, heta Ewropayê jî heye. Lê ev şer êdî nikare weke xwe berdewam bike. Ji bo wê jî an agirbest radigihînin an gefan li hev dixwin. Sedema wê jî armancên şer tenê heta radeyeke pêkhatin lê encama ku rejîmê têk bibe pêk nehat. Êdî qalê jî nakin. Niha tişta ku armanc dikin jî xwe çawa ji vê krîza ku şer derxistine rizgar bikin.”
‘Girtina Tengava Hurmuzê dê bi xwe re krîzên gerdûnî derxe’
Alan Pîrê destnîşan kir ku girtina Tengava Hurmuzê li dijî berjewendiyên hemû dewletan e û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Ew Tengav nikare heta demekê din girtî bimîne. Dê vebibe lê vekirina Tengavê di destê Îranê de ye. Her çiqas armancên Amerîkayê pêk nehatibe jî Îran gelek hejiyaye. Piştî çend salan jî zahmete Îran were ser xwe. Lê xetereya vekirina Tengava Hurmuzê ew e ku piştî vebûna Tengavê pêkane ku Amerîka bi leşkerên xwe derbasî Îranê bibe. Ji ber ku heta niha armancên Amerîka û Îsraîlê pêk nehatine. Şer hê ji ezman neketiye ser erdê. Îran jî ji bo di muzakereyan de destê xwe xurt bike û xwe ji êrişeke bi vî rengî biparêze Tengavê venake. Îran dibêje bila şer bi dawî bibe piştre. Jixwe şertê Îranê jî ew bû ku şer bi temamî bi dawî bibe û Tengavê vêke. Lê rastiyek heye ku ew Tengav çiqas girtî bimîne ewqas dê zerarê bide Îranê jî. Amerîka û Îsraîl jî vê yekê dizanin. Di serî de bendav girtî bimînê welatên Ereb dê bikevin xetereyê. Heta niha xetereya girtina bendava Hormûzê neketiyê ber çavan. Lê heke girtina bendavê demdirêj bibe wê demê xetereyan em ê bibînin. Heta ew bendav girtî be bihabûn dê hebe. Kêm firotin û girtina petrol, sotamenî dê hebe. Dê bandoreke mezin li ser dinyayê bike. Ne krîzeke herêmî dê krîzeke gerdûnî derkeve.”
‘Ji bo bidestxistina deverên Kurdî derfet çênebûye’
Alan Pîrê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bandora şer li ser Rojhilatê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Di destpêka şer de Amerîka digot em ê ji Kurdan re alîkariyê bikin, çek bişînin ku li dijî rejîmê şer bikin. Lê peyama partiyên Kurd ên li Rojhilat diyar bû; ‘Em xwe naxin xetereyeke şerekî ku ne şerê me ye’. Şerê Kurd û rejîmê ji mêj ve ye ne nû ye. Partiyên Kurd jî dîtin ku rejîma Îranê bi hêsanî hilnaweşe. Tevî serkirdeyên Îranê hatin kuştin jî rejîm hê jî têk neçûye. Yanî ne weke welatên din bi kuştina serkirdeyan têk biçe ye. Rejîma Îranê bi kesekî ve ne girêdayî ye. Kurd jî naxwazin bibin qurbanê vî şerî. Ji ber ku hê rewş nehatiye wê aste ku tev li şer bibin, deverên Kurdî bigirin destê xwe. Hê jî dewleta navendî ya Îranê xurt e. Êrişên Îranê li ser baregehên partiyên Kurd jî vê yekê nîşan dide. Lê ew nayê wê wateyê ku Kurd ne di tevgerê de ne. Jixwe Kurd ji mêj ve li dijî vê rejîmê têdikoşin. Hê derfeta deverên xwe bi xwe ava bikin derneketiye. Partiyên Kurd jî niha hem amadekarî û hem jî çavdêrî dikin. Gelo rejîm dê bikaribe têk biçe an na. Heke ev rejîm têk neçe dê çawa bikin wê rêbazê bixwe diyar bikin. Yanî Kurdên Rojhilatê ne li bendê ne hêzeke derve were rejîmê biguherîne û ew bikevin şûnê, dê guherînê di hundir de bikin.”
Bandora şer li ser Başûrê Kurdistanê
Alan Pîrê bi lêv kir ku şer bandorê li ser Başûrê Kurdistanê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Başûrê Kurdistanê dikare xwe ji bandora şer rizgar bike. Ji ber ku alternetîf hene. Başûr ne weke welatên Ereb e ku bi girtina Tengavê bikeve krîzê. Her wiha pêwendiyên Başûrê Kurdistanê heta niha bi Îranê re ne xirab bû. Îranê ji bo hemû herêmê bixe nava şer ne tenê Başûrê Kurdistanê, moşekên xwe bi ser hemû welatên derdorê re avêtin. Yanî weke ku bêjin em têk biçin em ê hemû herêmê bixin nava agir. Lê ji bo tevahî destkêftiyên Kurdan êdî ew hatiye fêmkirin. Heke derfetek hebe divê ev derfet ji aliyê Kurdan ve hatibe çêkirin. Yanî ne ku hêzek ji wan re derfeteke çêbike û sibê were wê derfetê ji dest bigire. Tişta ku li serê Rojava hat, ew ders da me.”

‘Dewletên serdest ên li Kurdistanê kengî be dikarin bên hilweşandin’
Alan Pîrê anî ziman ku berdewamiya şer ji bo dewletên herêmê jî bi xwe re xetereyan tîne û bandora li ser siyaseta Kurdan jî wiha şîrove kir: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê bandora Îranê li ser Sûriyeyê nema. Piştî êrişan Îranê li aliyê Qamişlo û Dêrikê êrişî hin deveran kir. Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nakokî heye. Jixwe piştî êrişên li ser Îranê hin şîrove hebûn ku piştî Îranê dor dê bê Tirkiyeyê, ev jî ne tiştek dûr e. Îsraîlê ev yek bi eşkereyî jî got. Amerîka jî dibêje dibe ku em ji NATOyê derkevin. Ev jî nîşan dide ku li ser asta pergalî guherîn pêk tên. Heta niha Tirkiyeyê pişta xwe bi NATOyê xurt dikir. Ji gelek aliyan ve Îran û Tirkiye dişibin hev. Her du jî ji du împaratoriyan hatin û rola wan digihîje heta roja îro. Tenê di NATOyê de ji hev cuda dibin lê tevlibûna Tirkiyeyê ji bo NATOyê, wê demê ji dewleteke weke Tirkiyeyê re ji bo şerê li dijî Sovyetê pêwîstî hebû. Lê niha pêwîstiyeke bi vî rengî tune ye. Ji ber vê yekê weke Kurd li benda derfetekê ne û xwe bi xwe rê ve bibin. Dewletên serdest ên li Kurdistanê ku piştî şerê 1emîn ê cîhanê ava bûne kengî be dikarin bên hilweşandin û ji nû ve bên avakirin. Niha nexşeyeke nû tê danîn û divê em Kurd jî li gorî wê tevbigerin.”












