Amed – Hevserokê OHDê yê Giştî Serhat Çakmak diyar kir dewletê ji aliyê pêvajoyê ve hêj jî gavên tên xwestin neavêtine û destnîşan kir ku heke gav neyên avêtin dê pêvajo bikeve xetereyê û îxtîmala sabotekirina pêvajoyê heye.
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” salek zêdetir li pey xwe hişt. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û gelek welatên cihanî deng veda. Piştî vê bangê ji aliyê Tevgera Azadiyê gelek gav hatin avêtin. Piştî avêtina van gavan di 5ê Tebaxa 2025an de ji aliyê Meclisa Tirkiyeyê ve komîsyona “Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” avabû û komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê pişt re bi awayekî şênber tu gav nehatin avêtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe de gelek caran dest nîşan dike ku ji bo pêvajo encam bibe divê gavên qanûnî bên avêtin. Gelê Kurd û raya giştî ji bo avêtina gavên qanûnî her tim bang li berpirsyarên dewletê dike. Her wiha saziyên sivîl ên civakî, tevgerên jinan û partiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di 21ê Nîsana 2026an de ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve û qanûnên hewceyî derbikevin li ser platforma medya dijîtal a Xê kampanyaya ‘Hashtagê’ da destpêkirin. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
‘Gavên tên xwestin nehatine avêtin’
Serhat Çakmak diyar kir ku dewletê hêj jî helwesta xwe ye gav avêtinê diyar nekiriye û got: “Dewlet dibêje ez ê gavan biavêjim û bernameya me amede ye. Serokkomar û Nûman Kurtulmuş duh jî got in ’em ji xwe û helwesta xwe bawer in.’ Herkes vê yekê dibêje lê dema em mêze dikin ku ka çi gav hatine avêtin tiştekî em şênber tune ye. Ji bo vê yekê heke em bêjin gavên herî mezin û girîng hatine avêtin ew jî ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin. Ji aliyê dewletê ve hêj jî gavên tên xwestin nehatine avêtin. Her wekî din ji bo şert û mercên birêz Abdullah Ocalan û statuya wî a qanûnî amadekarî xuya nake. Birêz Abdullah Ocalan bi xwe jî dibêje hûn wek berpisyarê dewletê, komîsyon û heyeta partiya DEMê tê min dibînin. Baş e em ê vê hevdîtinê ji aliyê qanûnî ve çewa pênase bikin. Abdullah Ocalan dibêje ew hevdîtinên bi min re tên kirin divê ji hêla qanûnî ve bên zelalkirin. Em dizanin gelek siyasetmedar, akademisyen û zanîst dixwazin Abdullah Ocalan re hevdîtinê bînin. Ji ber vê yekê jî heya statûya Birêz Ocalan ji aliyê qanûnî ve zelal nebe ev hevdîtin jî pêk nayên. Çawa ku dema 2013-2015an de gotin yên bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikin nikare bê darizandin vê pêvajoyê de jî divê qanûneke taybet derbikeve. Ji bo vê jî dikarin guhertinen wisa bikin ku ev tişt bikeve fermiyetê. Heke qanûnek wisa bê amedekirin hemû kes dikare li gorî vê gav bavêje û hevdîtinan pêk bîne. Pergala dewletan li ser makezagonan hatiye avakirin û heke qanûn hebin kes nikare bêje çima ev hevdîtin pêk tên.”

‘Bingeha qanûnî hewceye’
Serhat Çakmak da zanîn ku ji bo gav avêtinê wêrekbûn hewceye û wiha got: “Heke wêrekbûn nebe ev kar nameşe. Belê em niha dibêjin aramî heye, şer tune ye lê îxtîmal heye ev aramî ji aliyê hinek hêzên dewletê ve bê xerabkirin. Heke wisa bibe Brêz Abdullah Ocalan dê çawa rola xwe rabe. Brêz Abdullah Ocalan 2013-2015an de jî dixwest ji aliyê qanûnî ve ev tişt bihata cih lê dîsa çênebû. Gelê li ser vê axê ev 11 sal in berdêla vê yekê dikşînin. Brêz Abdullah Ocalan dema 2013-2015an de jî digot divê ev pirsgirêk bikeve rojeva TBMMê û bê nîqaşkirin. Brêz Abdullah Ocalan ev mesele rojeva giravê de anî kir rojeva gel. Ne tenê gelê Kurd niha ev mesele niha rojeva hemu gelan de ye. Ev yek jî nişan dide ku rê û rêbazê Brêz Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkê çiqasî girîng e. Rêbaza Brêz Abdullah Ocalan gerduniye û di nava hemu gelan de wek mûzakerevan tê qebûlkirin. Divê bingeha vê jî aliyê qanûnî ve bê amadekirin.”
Serhat Çakmak bi bîr xist ku ev yanzdeh û donzdeh sal in biryara mafê hêviyê hatiye dayîn û hêj nehatiye bikaranîn û wiha domand: “Biryara mafê hêviyê hêj nehatiye bikar anîn. Heke dewletek ji xwe re dibêje ez dewleteke hiqûqî me, girêdayî qanûnên Dadgeha Mafên Mirovan ê Yekîtiya Ewropayê me vê demê divê ev biryar were bi cih anîn. Ev jî kêmasiya dewletê ye. Ev kêmasî zemîna dewleta bê hiqûqî dide avakirin.”
‘Aramî di bin xeteriyê de ye’
Serhat Çakmak dest nîşan kir ku hêviya gel ew e ku ji aliyê rêxistîne ve qanûn bên amadekirin û wiha pê de çû: “Bi derxistina vê qanûnê ve divê Gerîlayên ku li ser çiyê çek berdane bên di nava gel de siyaseta demokratîk bimeşînin. Hêviya yekem ev e. Ji ber ku rêxistinê got em xwe fesix dikin, çek berdidin û di nava hidûdê Tirkiyeyê de derdikevim. Rêxistineke ku wisa bêje piştî vê saetê ew rêxistin êdî çi bike. Vê deme ji bo vegera rêxistinê divê qanûn bên derxistin. Heke qanûn neyê derxistin vê demê ev kesên çawa vegerin. Ev tişt tenê bangkirinê ve çênabe. Divê gavên yekemin ji aliyê vegerîna endamên rêxistinê bên amadekirin. Ya duyem jî ewqas girtî û taybet jî girtiyên nexwaş hene divê ji bo wan jî hem aliyê îdarî ve guhertin û nermahî çêbibe û girtî derbikevin. Dîsa her wekî din divê ji bo Kurdên penaber bûne ku çûne welatên cuda ji bo van jî di hêla qanûnî de guhertin çêbibe. Piştî van divê ji bo qanûnên nasname, ziman, çanda Kurdan û ji bo Kurd xwe bi xwe rêvebibin di navbera Birêz Abdullah Ocalan û dewletê de muzakere berdewam bikin. Niha dema mirov Rojavayê Kurdistanê mêze dike pêşiyê entegrasyona şervanên QSDê hat kirin. Piştî vî jî dê xwe rêvebirin, perwerdeya ziman û rewşa saziyan dê çawa bibe ev tişt tên nîqaşkirin. Niha li Tirkiyeyê aramiyeke çêbûye lê bingeha vê ya qanûnî tune ye. Heke gav avêtinên qanûnî neyên derxstin aramî dikeve di bin xeteriyê û îxtîmala sabotekirina pêvajoyê heye. Ji ber vê yekê jî divê ewîlî gavên pêwîst bên avêtin û piştî vê jî hêdî hêdî tiştên din bên nîqaşkirin.”
‘Dewlet bi wêrek tevnagere’
Serhat Çakmak diyar kir ku dewlet aliyê helwesta wêrekbûn û motivasyonê ve xwe de bingeh amadenekiriye û hêj jî ditirse û wiha domdarî da axaftina xwe: “Wek mînak pêşiya çûyîna komîsyonê ya giravê tu astengî tune bû lê dewletê du meh paşve kişand. Ji ber ku dewletê ew bingeh xwe de amade nekiriye û hîs kir ku dema komisyon biçe Girava İmraliyê dê tiştekî çawa çêbibe. Ji bo xeteriyê di mêjiyê xwe de pir mezin kir. Halbûkî aliyên çûyînê pirsgirêk û astengî derneket. Tu kesî ne got hûn çima çûn? Û dengekî wisa zêde jî derneket. Niha jî gavên ku gel li bendê ye qanûnên entegrasyonê bên avêtin. Hêj jî divê çirûskekî biçûk çêbibe ku vê gavê bavêjin. Heke ew çirûsk di nava dilê wan de çênebe nikarên gavan bavêjin. Her çiqasî bejin em xwe bawerin û piştî cejnê gavan bavêjin lê bêdengiyek heye. Bawerbûn di aliyê diyaelektîkê ve têrê nake divê gav bên avêtin ku gel jî dewletê bawer bike. Heke gav neyên avêtin qîymeta vê bawerbûnê jî namîne. Di Rojhilata Navîn de xetereyeke mezin heye û divê dewlete li gorî vê xetereyê hêviya ku di nava gel de ya ku ji bo aramiyê berpisyaran heye bibîne.”

‘Guhertinên qanûnî hewceye’
Serhat Çakmak bi lêv kir ku du aliyan ve mijara qanûnan bê nirxandin û got: “Ya yekemin divê qanûnên heyî bên bi cih anîn, ev çi ye? Komîteya konseya Yekîtiya Ewropayê biryara mafê hêviyê ya Brêz Abdullah Ocalan daye û her wekî din birayara berdana Demîrtaş, Osman Kavala, Can Atalay daye divê ev bên bi cih anîn. Ji bo van hewce nake guhertinên qanûnî bên kirin û tenê divê bên bi cih anîn. Biryara ku dadgeha Yekîtiya Ewropayê da ye hewceyî guhertina qanûnan nîne. Heke bandora desthilatdariyê li ser qada dadgehan rabe vê demê biryarên hiqûqî dê bên avêtin. Mînak mijara Gulîstan Dokû de delîl ji pêşiyê de jî hebûn lê hineka nehîşt mekanizmaya hiqûqê bimeş e û pêşiya wan girtin. Ji bo vê jî heke destê xwe li ser hiqûqê bikşînên û dema ku hiqûq serbixwe be ew mekanîzmayê dê bi xwe bimeşe. Ya duyemîn jî hinek guhertinên qanûnî hewce dike. Ji bo mafên mirovan, ji bo nasnameya Gelê Kurd, ji bo perwerdeya ziman û ji bo Kurd di nava saziyên dewletê de bi ziman, çand û hûnera xwe bîne cih guhertinên makezagonê hewce dike. Ji ber vê yekê jî divê dewlet di hêla zîhniyetê de xwe de guhertinan bide çêkirin.”
‘Meclîs însiyatifa çareseriyê di xwe de nabîne’
Serhat Çakmak diyar kir ku Meclîsa Tirkiyeyê ji bo îrade û însiyatîfa çareseriyê ji xwe de nabîne û domand: “Hemû kes li benda Serokkomar maye. Serokkomar bêje hûnê dest pê bikin dê dest pê bikin lê heke nebêje vê demê nakin. Hêj ji aliyê însiyatîf û îradeyê ve biryar nehatiye dayîn. Meclîs gavên heya îro hatine avêtin qebûl dike lê belê hêj jî helwesta guhertin û amadekirina qanûnan diyar nake. Em dikarin bêjin ew rêya ku em heya vê rojê hatine ne rêyeke kêm e. Rêyeke pir girîng e. Ev du sal e aramiyeke heye. Ev aramî di aliyê aboriyê de heye, herwekî din zimanê siyasetê guheriye û nerm bûye. Divê dewlet girîngiya van rojan bibîne û ev rojên girîng vegere li ser bingeheke qanûnî.”
‘İxtîmala sabotekirinê’
Serhat Çakmak da zanîn ku heke gavên qanûnî neyên avêtin îhtîmala sabotekirina pêvajoyê heye û wiha dawî axaftina xwe anî: “Demên borî de bûyeran li ceylanpinarê qewimîn û her wekî din teqînên li Sûric, Enqerê û Stenbol pêk hatî ne bûyerên biçûkin. Vê axê gelek êş û keder dît. Ji bo ku dawîbûna van êş û kedaran em bi gav avêtinan ve îxtîmala van sabotekirinan kêm bikin. Banga me berpisyarên dewletê re ew e ku divê gavên qanûnî bên avêtin. Ev xwarin li ser agir ji têra xwe bijiya heke zêdetir bipêje dê bişewite. Em wek Hiqûqnas û welatî xwe berpisyar dibinin ku aliyê qanûnî ve gav bên avêtin. Ji ber vê berpisyarê jî me li ser platforma medya dijital a Xê qampanyaya ‘Hashtagê’ da destpêkirin.”














